Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
.: Yazarlar :.

Di Exlaq De Mukemelî û Mînak Bûyina Pêxemberê Me (s.x.l) 

Mustafa Yıldız - 09/01/2011 - 09:51

Hinek  xesletên baş hene ku mirov dixwaze xwediyê wan xesletan be  û  wa xesletên baş di jiyana xwe de bijî; mînak: Sebir,  qeneet,  sexîtî,  xwe biçûk diyîn (tewazû),  fêdekarî,  cesaret,  teqwa û h.w.din.

 

Lewra  vana û xesletên mîna vana xweşik,  mirova bi rastî,  teybetiyê mirovahiyê bi mirova dide qezenç kirin.

 

"Exlaqê baş" wesfên xweşik ku di bin vî navî de tên civîn,  mirovê ku bi şiklekî mukemmelî dijî  "mirovê mînak" Pêxemberê me (s.x.l)* exlaqê wî ewqas bilind bû ku,  Cenabê Heq,  ji wî re wuha dibêje û ferman dike:

 

" Û bê guman ji te re,  xelatekî bê vebirrîn û bê kêmasî heye. Û bê guman tu li ser xûyekî pirr mezin î."  (Sûra Qelemê; 3, 4)

 

Dîsa di Qur'anê de ji bona Pêxemberê me (s.x.l)  "Sond ji were di pêxemberê Xuda de  nimûnên rind hene,  ji ewên ku Xuda û roja dawîn hêvî dikin û pirr Xuda di bîr tînin re.” (Sûra Ehzab, 21) ferman kiriye û di beşa jiyana bawermendan de,  ku Wî ji xwe re bikin tîmsal û mînak tê tewsiye û ferman kirin. Lewra exlaqê wî ji mera mînakek xweşik,   jiyana Wî,  halê Wî,  axaftina (şorê) Wî,  tevgera (lebat-hereket) Wî,  modêleke mukemmeltirîn e.

           

Pexemberê me jî (s.x.l)  dibê je: "Ez ji bona ku exlaqê baş temam bikim  hatim şandin" û vê teybetiya xwe û peyrewê xwe yê gerdûnê ve bi girêdayî ve dîqet digşîne û ji me re dibêje,  exlaqê Wî,  Xwedê pesinandiye û exlaqê paqij ku Qur'anê daye hîn kirin,  Xwedayê mezin ,  Îslam ku ji hawara (îmdada-gazî) mirovatiyêre şand û Qur'an ku danî,  pirensîbên xwe yê Xwudayî ku bînin cîh û nîşa bide,  rêberek di mirovada,  Pêxemberê me (s.x.l)  hilbijarti ye.

 

Rindiyê ku di Qur'anê de tên şîrove kirin,  temamê wî di şexsê Pêxemberê me da (s.x.l)  mirov kanin bibînin. Eshaban di derheqê exlaqê Wî de xwestin û zanyarî bistînin; çûn bal Hz. Ayşe û jê pirsîn,  ya Ayşe exlaqê Peyxemberê me çawa bû? Hz. Ayşe got: "Hûn Qur'anê naxwînin? Exlaqê Wî Qur'an bû."

 

Di jiyana Pêxemberê me da (s.x.l)  û di exlaqê Wî de,  her pîşe (meslek) û her sewiyê  de mirov kane şopekê bibîn e. Di jiyana xwe yê mirovatiyê de li nig fazîletê  û xweşik bûnê,  pîşê xwe û bi pewistiyê cîhê xwe yê civakî re,  kanin bi sedan xesltên baş fêr bibin û derzê bistinîn. Lewra jiyana Pêxemberê me (s.x.l)  bi her cîhetî ve ji me hemiya re mînake ke bê hemta ye. 

 

Mînak, mirovekî dewlemend, çend salan berê koçberiyê, dewlemend bûyîna wî kanî bû li hemmû Erebîstanê hakîm bibûya,  ewqas xwedî hebûneke mezin,  ew hebûna giştikî ji bona Xwedê yê herî bilind  li hewcedaran belav dikir,  hûn jî (ku dewlemendin yan xwedî maqamin  jî) kanin Wî ji xwere bikin mînak û rêber.

 

Mirovê bê kes,  bê Xwedî,  bê çare;  di jiyana xwe yê Mekkê de,  tiştên lêdan û zordarî belkî lêdan û zordariya ku nê aqil û xeyalên  mirova,  bi serda jî mirova ji aliyê xizmên xwe jî tên tenê berdan,  emma Pêxemberekî  bi tu awayî,  heta digot: "hûn rojê têkin destê minê rastê,  heyvê jî têkin destê minê çepê,  ez dîsa ji doza xwe na borum." ê ku tu car ji doza xwe û baweriya xwe,  tawîz ne dida,  hûn kanin di doza  xweda ji xwre  bikin mînak û rêber.

 

Xwendekarek ji aliyê Xwedê ve ku Qur'an bi rêya wahyî yê,  Pêxember ku (s.x.l)  li hember Hz. Cebraîl rûnişt û Qur'an hîn bû,  mirov kane Wî ji xwere bike mînak.

 

Fermandarekî serkevtî; di cenga Bedrê û Huneyin de,  ku dijmin têk birçû bi tevî cengawerên hindik û bi hêjmara dijminekî pir,  li hember wan bi zaferên mezin qezenç dikirin û di istinandina Mekke'de artêşa xeweya bi îhtişam ku kete bajêr,  bi halê xweyê dilnizim û dil fireh û xwedî hêminî-dilgiranî (waqar) ve merî kane xwe pêve girê de.

 

Mirovekî xwedî çewlîk (kîşwerz); dawiya istandina ku,  bû xwedî erdê Xeyberê,  benî Nadir û Fedekê ew erdana dane îmar kirin û dane ku eshabên ku zanin fêkiyên baş bistînin,  erd dan wana ê  ku kulmek axa-herî yê wan tune bû,  nav wande parve kir. Ji Pêxemberekî (s.x.l)  zîrek û dadvan derzê bistînin û ji xwere bikin mînak. 

 

Bazirgan ku bazirganiya xanima xwe Hz.Xetîce di xebitand,  di bazirganiyê de ku distand û difrot,  rastî û duristî ji destê Xwe bernedi da. Mezinê qefîlê ku diçû Sûriyê,  Basrayê,  jiyana û exlaqê wî yê bazirganiyê ku bê hemta ye. Hûn kanin Pêxemberê me (s.x.l)  ji xwe re bikin rêber. 

 

Zarokekî biçûktiya xwede sêwî maye. Di zikê dayika xwede  şeş mehînî bû,  bavê Xwe winda kir. Şeş salî bû mirina dayika xwe dît. Ji vir şunde jiyana Xwe bi tevahî bê dê û bav derbas kir. Feqet paşê bû pesina mirovatiyê.  Ku mirovatiyê bi wî şerefeke bi hemta qezenç kir. Mirovakî ku Xwedê yê şan mezin pirtirîn jê hez dike û jê raziye,  "sêwiyê kî mîna (weke) mircana" dihat hezkirin û qedir bilind dihate qebûl kirin; hun jî kanin Pêxemberê me (s.x.l)  ji xwe re bikin mînak û rêber.

 

Xortekî baqil ku di jiyana xweyê xortaniyê de bûye tîmsalê namûsê,  rastiyê,  heya û edebê. Pezê apê xwe yê Ebû Talib diçêrand û debara jiyana Xwe pê dikir rêberekî weha bê hemta hûn kanin ji xwere bikin mînak û sertac.

 

Lewra heta jiyana Xwe ya 25 salî  û heta dawiya jiyana Xwe,  bi tevgera ne baş,  hîle,  derew lê nehatin diyîn. Dijminê xwe dîsa  jê re digotin Muhemmedul Emîn.

 

Niyerekî (waîz) ku şîret li gel dikir. Li Mizgeftê ,  li eshabên xwe,  bi zimanekî xweş rêberî û heqîqet şîrove dikir û tiştên ku digot,  di jiyana Xwe yê mukemmel de jî,  dijiya. Şoreka (gotinek)  Wî dibû sedema hîdayeta qebîla. Murşîd Pêxemberê me (s.x.l)  tînin bîra xwe û Wî ji xwere dikin mînak û rêber.

 

Bi kurtasî her mirov di kîjan şertîdabe bila bibe,  kîjan pîşe û hunertî de bixebite bila bixebite,  xwedî kîja meqamî be bila bibe,  sibê,  êvarê,  roj,  şev her tim,  li her ciyî,  di her hawî de kane Pêxemberê me (s.x.l)  kane ji xwere bike mînekek xweşîk û baş.

 

Rêberekî werge ku,  wexta ku em bengiya (tabî) wî bin,  tarîtiya jiyana me wenda dibe û bi saya nûra Wî,  rêya me rohnî dibe,  xebatên me dikeve rêya rast,  ji  jiyana me re dûzenek û rêzkariyek-dîsiplînek tê.

 

Birayên ezîz û hêja bi kurtasî,  hedê min nine ku ez exlaqê Pexemberê şan mezin û qedir bilind bi heqqî kanibim wînim zimên dilopek av li ku,  behrek av li ku,  mûm li ku roj li ku,  bi qasî kirina mûrî yê. Jiyana Pêxemberê me (s.x.l)  hewceyên ku mirovahî pê re mijûl dibe,  bersîve ke ku,  ji her hewceyî re were dayîn. Mîna ku zincîreke bi exlaqê xweşik hatiye xemilandin. Exlaqê Wî yê xweşik,  ewanê ku li nûrê digerin,  nûrê li pêş wan werdi ke. Hîdayeta wî,  ê ku li rêya rast digere,  ji wan re dibe rêber. Ava şîfa ku ew teqtîm dike,  qewrandina çol û kerbela yên xefletê ku bê kes,  bê av û ji rûhê (giyan) matmayî û şaş bûyî re,  dibe aveke jiyanê. Şewqa ku ji Wiya tê,  mirovên pergende ku,  îsyan û di celb û cinaqên gunehan de li berxwe didin,  ji derketina wan û derketina reşayî ya wan re,  dibe alikariya wisa ku,  dikeve hukmê mîna fanoseke derya yê.

 

Xwedê me û gellê me bike ji wanê ku suneta Resûlê Xudayê herî bilind,  ji xwere kirine rêber û mînak.

 

-----------

*s.x.l: Silava Xwedê Lêbe.


1036

 

YORUMLAR

YAZARIN DİĞER YAZILARI

8 09/01/2011 - 09:51

Di Exlaq De Mukemelî û Mînak Bûyina Pêxemberê Me (s.x.l) 

 

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil