Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
.: Yazarlar :.

Fahmkirina Seyda

Necmeddin KARASU - 24/01/2011 - 07:29

Dibeku ez ne derwêş bim. Lê ez bi perwaneyê dizanim. Helbet ez ne neqqaşim, dibe kû ez bibim girêkek. (Adil Ömer)

 

 Ên qenc, li hespên baş sûwar bun çûn. Dibe ku ev hevoka  klasîk ji gotina pirr tiştî re kafî be. Gava ên qenc diçin miheqeq di pêy Xwe de tiştekî yan jî gelek tiştî dihêlin diçin. Gelo ma sunnetullah jî ne ev e? Ma vekirina rêyek baş, timtêl û wezîfa rêberekî  yan mislimanekî baş nîne?

 

Bi îzna Xwedê Teala Mele Mansûr li hepek qenc sûwar bu. Ji ên razî bune û gîhîşte Wî. (Dûa û temenîya me ev e).

 

Îro gava di vê malperê de yan jî di civatekê de navê wî derbas dibe; sedema ku bi rehmet tê bîranîn nîşana wê yekê ye. Destgeha destgehdarên baş jî  baş e. Qalîta cawê di destgehên baş de hatiye deriwandin girêdayî destgehên baş e.

 

Em gelek cawên di vê destgehê de hatiye deriwandin nas dikin. Em gelek cewherên ku Usdat sax bu deriwandibu û ên di piştî wefata wî de di vê destgehê de hatiye deriwandin nas dikin. Gelo ma ên di vê malperê de bi nivîsên xwe û şîroveyên xwe li ser pîyanin û çogên wan gîhîştine hev û dilên wan bi hev re bune bira ma di vê destgehê de nehatine deriwandin? Bawer bikin ev mîratekî baş e.

 

Em bi mekteba xwe dizanin. Ji bona ku caw li erdê kaş nebe divê di destê başan de bê parastin. Ez bawer dikim ku tewazuyê di çavê wî de jîyan dîtîye. Lewra mêyîzên ên di wê destgehê de hatine deriwandin,  li der û dora xwe tewazû û zanebuna Seyda belav dikin.  

Wî pirranîyek bêqalîte nexwestibu. Wî razayîya xwe bi hindikîya biqalîte jî dianî. Ji ber vê yekêye ku li nêzî destgehên qirêj nesekinî. Aniha em îftîxar dikin bi dostên xwe yên wê destgehê û ên li vî mîratê mutewazî xwedî derdikevin. Ev rewş hindik bê xuyakirin jî,dostên me dixwazin ji jîyana Ustad mînakekê deynin holê.

 

Di her salvegerê de, di quncikan de nivîsandina jîyana Seyda; ji bona fahmkirina Seyda ne bes e. Fahmkirina Seyda di destgeha wî de domkirina deriwandina caw e. 

 

 

Esil bîranîna Seyda, bi xwendina jîyanê, rê li ber jîyanê vekirin, fahmkirina dema ku têde tê jîyandin, xîretkirin ji bo rêberîya buyerên li der û dora me çêdibin,  emîn bun, heqî anîn ziman, qêrîn li hemberî zaliman, parastına hiquqa biratîyê, xîretkirin  ji bo tiştê herî qenc, li tiştê mezin fikirîn, mezinkirina fikir û piçûkirina nefsê , nebuna ref û colî û serkeftin ji bo xwedî gotinekê ye.  

 

Divê em heryek  vêya bikin û li vî mîratî xwedî derkevin. Ma nedivê mala me hemuyan bibe xwedî xaneya destgeha Seyda?

 

Wî teblîx dikir. Mîratê pêxember ev bu. Eger em dixwazin bijîn; divê em berê teblîxê li xwe bikin û dewam bikin. Ma temînata gotinên me ne ev e. Ma tiştê ku ji dilê najî bidarive çi feydê dide yê li ser zimanê wî ev gotinanan direjê?

 

Wî îlmê xwe îhsan kir. Muhsîn bu. Werin em Seyda bi ser navê ku emê bibin muhsîn bibîr bînin. Em jîbîr nekin, ken jî îhsaneka mezin e.

 

Bi Nîyeta Dûayê

 

Ez dizanim hesret zore giran e

 

Dibe ku wuslat be,  hêvîya tehamulê

 

Silava dostekî

 

Ji  kêlekên lêvan tebessumek

 

Lavayîyek ji qefesa sîngan

 

SEYDAyekî bijang şil kirîye

 

Dûayekî ku ji kefa destan nû derketîye

 

Û li ber derê ên gotine AMÎN re

 

Bi silav û dûa yê

 

 Werger Fikrî Amedî


1517

 

YORUMLAR

YAZARIN DİĞER YAZILARI

8 24/01/2011 - 07:29

Fahmkirina Seyda

 

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil