Di îslamê de, nenasiya tu nasnameyê tuneye. Bel, Îslamê domandina aştiyê bi nasîna timamê reng û nasnameyan ve girêdaye.
Qasidê Xweda di xutbeya wedaê de gotiye; “ne yê ‘ereb ji yê ‘ecem mezintir e û ne yê ‘ecem ji yê ‘ereb mezintir e. Bes meznayî di teqweya Xweda de ye.”
Li gorî îslamê; “hezjêkirina ji netewa xwe, ne nijarperesî ye. Bes digel neheqiya netewa xwe, alîkirin û hevalbendiya netewa xwe bike, ew nijarperesî ye.”[1]
Dema hinek dihatin nik pêxember s.x.lê, digot; “Meni-l qewm= ew kî ye? Kîjan gel e? Qasidê kîjan netewê ye?” Ango; bi pirsên wî rengî dixwest wan û netewa wanê hatiye nik wî, bi zelalî nasbike. Heke dannasina bi netew an ‘eşîrê nijarperesi bûya, dê pêxember s.x.lê, wuha nekiriba.
Hetta li nik pêdiviya, carinan pêxember s.x.lê, bi xwe jî digot; “Ez kurrê ‘Ebdulmutellib im.”[2]
Belê netew jiberxweve nabe netew, tiştên netewan dikin netew û li ser linga dihêlin; bawerîyê wan î bi rûmet yê olî û neteweyî ye. Û divê bandora wan toreyê wan î ku ji wan re bûye rewişt jî neyête ji bîrvakirin. Ji bo ku yekî ji netewekê bikaribe xwe bi hêz bike û bi pesinîne, ango; baweriya wî bi wî çêbibe, divê tiştin werengî hebin û bihêne parastin. Bes bi çi reng û awayî dibe bila bibe, dema di civak/netewekê de ew tiştana binpê bibin an hebûn û tunebûna wan bihênexistin astekê û bi wî rengî bê rûmet bibin, dê ew civak berbi xirabûn an tunebûnê ve biçe.
Ev tişt ji dîrokê jî xweş dihête dîtin. Bila xweş bihête zanîn ku têkçûna Misr a qedîm, Yewnan a qedîm, Roma ya qedîm, Bîzans û ‘Usmanîya, ji wan sedemana bûne. Ev hinek ji mestere û mînakên dîrokêne û niha jî kijan rêxistin çi gava ji hêjayîyê netewên xwe yê olî û neteweyî bi dûrkevin, dê têk biçin û yê bi serkevin jî dê bi wan hêjayiyan bi serkevin.
Herkesek ji asta herî jêr heta asta herî bilind, li gorî erka dikeve ser milê wî, stûbar e.
Di dema paşweriya Hz. ‘Umer x.j.r de, jineke ciwan ku ji demeke dirêj ve ji zilamê xwe cuda maye, hestên wê yê jinane serdestî lê kiriye, li halê xwe wuha digot:
“Tarîtiya şevê herdever girtiye, tunebûna zilamê min, ez bê xew hiştime.
Ez sondixwim; heke ne ji tirsa Xweda bûya, dê her devera vê nivîna min biliviya.”.
Ev deng dihere Hz. ‘Umer x.j.r heman demê lêkolînan li ser rewşa vê jina ha dike. Li ser vê bûyerê Hz. ‘Umer adina rojê diçe nik qîza xwe Hefse û jêdipirse; ma jinek dikare çendekî ji mêrê xwe dûr bimîne?
Dema bersiva çar heyva distîne, ew paşwerê xwedî dadmendî ji serbazên li tixûban panêriyê dikin re, fermanek wuha rêvedike; “bila tu leşker zêdeyî çar heyva ji malbatê xwe dûr neyê hiştin”.
Yanî dema herkes li barê ser milê xwe miqatebe, dê her tişt bi rastî û durustî bimeşe û bighêje mafê xwe. Herwekî dema meriv pez û berxa li hev dang dike, çawa her berxek ji berxweve diçe ber diya xwe.
Divê kesê xwedî mengî û misyon, him li bawerîyên xwe û him jî li netewa xwe xwedi derkeve û divê bi qender hêza xwe nehêle wan tiştên ji hêla xirabî ve bandorê li van herdu hêjayiyê wî dike, bikeve nava civak û malbatê.
Ji ber vê yekê ez dixwaz im di virde bahsê ji 21 xalên Siyonîstan bikim. 21 xalên Siyonîstan hene û hêvî dikin ku bi navgîniya wan xalan dê bikaribin meznayîyê li dinyayê bikin. Ez dê di vê nivîsê de, tevaya wan 21 xalan rêznekim.
Lê dixwazim 6 xalên sereke bi we re parve bikim.
1- Divê bi hestên li dijî rewişt, qirnê xort-ciwan bihête xirabkirin.
2- Divê jîyana malane-malbatî bihête xirabkirin-binpêkirin.
3- Divê bi karanîn û navgîniya yên kêm û lawaz zordestî li insanan bihêtekirin.
4- Divê huner bihête lawaz xistin û wêjevanî bi riya qeşmerî û bahîyê-şehewî kêm bihêtexistin.
5- Divê rûmeta ji hêjayîya re(çi ji ol çi ji neteweyî) bê binpêkirin û li ser kesên xwedî kesayet û bi rûmet çîrokên bê rûmet bihête sazkirin û belavkirin.
6- Divê demên girseya, bi lîstik û tewtewetiya bihête borandin û ji hizr û raman bihêne dûrvexistin…
________________________
[1] – Edeb 112, Ebû Dawud
[2] – Cîhad 62, Buxarî