Derdên xelkê Bakur ên rojane gelek in. Xizanî ye, zilma dewleta Tirk e, pişavtin e (assîmîlasyon), bêbawerîbûn e, psîkotrawmayên şerê qirêj e, nexwendîmayîn e, têkçûna malbatê ye, hilweşîna civaka klasîk e ûêd.
Beriya 30-40 salan civaka Kurd serî bi pirsgirêkên xwe re dertanî. Heger nexweşî ba, dizanibû dermanê wê çi ye. Heger dizî û qavî ba dizanibû cezayê wê çi ye. Dizanibû kê dost, kê dijmin e. Dizanibû, birçî bimîne çi bike, têr bixwe çi bike. Dizanibû "deynê meha nehan" dê were dayîn.
Niha êdî ne wisa ye. Civakê cihnumaya (pusulaya) xwe winda kiriye. Nexweşiyên modern derketine wekî şewba berazan, AIDS, bijîşkiya gelêrî ya Kurd nizane dermanê wê çi ye. Diz û qav zêde bûne, pişta xwe dane dewleta Romê, xelk jî nikare tiştekê bike. Xelk êdî nizane kê dost e, kê dijmin e.
Dijmin û hevalbend tevlîhev bûne
Lewra te hew dît yek bi kincên gerîllayan hat ku endamê JITEMê derdikeve, yek kincên leşkeran li xwe dike ku bi xwe partîzan e. Te hew dît welatparêzek Kurd îxanet bi gelê xwe re kir, te hew dît cerdevanek di dawiyê de bû welatparêzek xurt. Te hew dît reş bû spî, sipî jî bû kêç. Atmosfera Bakur wisa ye.
Malbata Kurd rojane bi sedan kanalên TVê yên Tirkan, bi hezaran radyo, sirûd û stranên Tirkan tê bombebarankirin. Dewletê baxçeyên zarokan (dibistanên dê-bavtiyê, hewşa zarokan, ana okulu) gihandiye hema her gundê û li wir zarokên Kurd tên assîmîlekirin, tirkîzekirin.
Heman dewlet nahêle xelkê Kurd ji dibistana seretayî zêdetir bixwîne, civaka Kurd bibe civakeke pêşketî. Ji Tirkan re tîrkîzekirina Kurdan pêwîst e, dibistanên Tirkan jî tenê ji bo wê ne.
Heger diranê mirov biêşe mirov diçe cem bijîşkên diranan. Heger mirov birçî be dewlet nan dide mirovan. Heger ewlekariya mirov ket xetereyê mirov xwe dispêre polîsan. Heger mirov cahil ma, mirov diçe dibistanan, zanîna xwe bipêş dixe.
Lê Kurdên reben biçin kû? Çi bikin? Dewleta wan nîne, ya heye jî bi çavê dijminiyê miamele dike.
Kurd xwe bispêrin partiyên xwe?
Ew partiyên ku Kurdistan bi navê azadiyê rakirin piyan û mîrat kirin lê niha jî bûne tobekar? Ew partiyên ku piştî 'xwîna dehhezaran şehîdan', piştî rûxandina hezaran gundan, koçberkirina milyonan Kurdan niha ketine rêça "Ata"?
Ew partiyên ku nav hene lê bi xwe nînin? Ew partiyên ku bi navê têkoşînê pîrozkirina Newrozê û lidarxistina panelan zêdetir tiştekê nizanin? Ew partiyên ku xwe dane siya Başûr û Bakur jibîr kirine? Ew partiyên ku nav Kurd in lê ruh, mejî û ziman bûne Tirk û Tirkî?
Biçin cem zana û rewşenbîrên xwe?
Ew rewşenbîrên ji xeynî polemîkan tiştekê nakin? Ew rewşenbîrên bi zimanê xwe nizanin? Ew rewşenbîrên her riyê dizanin lê riya fêrbûna bi Kurdî xwendin-nivîsandinê nizanin? Ew rewşenbîrên di jiyana xwe de ji xeynî slogan û gotinan kevirek nedane ser kevirek?
Ew rewşenbîrên hêj jî nizanin Kurdistan li kîderê ye û wê bi navê "Ji Firatê wê de" binav dikin? Ew rewşenbîrên navên bajarên Kurdistanê nizanin, wan wekî Tirkan guhertine dinivîsînin?
Ew rewşenbîrên teral, bêqabiliyet helbet nikarin alîkariya gel bikin. Ti têkiliya wan bi gel re jî nemaye, ew elîte ne, peyayê înternetê, koçkên Paltalkê, şîrove, forûm û panelan e. Ew li ser me mezin, di nava xelkê de bêqîmet in. Wan xwe li ser me kirine ronakbîr lê hûn li kîloya ronakbîriya cîhanê bixin, qapan (qenter) bi wan nahese.
Halbet ronakbîrên me jî hebûne, hene jî. Hewce nîne em wan tenzîh bikin. Mixabin ew ne şovmen in, gelê me jî qîmetê nade wan.
Arşîva Feqî Huseyîn Sagniç dizîne. Dewleta Tirk nahelê arşîvên Kurdan hebin. Ji berê ve her wiha bûye. Mongolan çawa pirtûkxane rûxandin, îro jî her wisa ye. Feqî Huseyin rewşenbîrek Kurd ê rastîn bû. Hema bila ew mînak be ka pîvana min a rewşenbîriyê çi ye..
Başûr alîkariyê bike?
Mafê 20 milyonê nîne ku barê xwe bixe stûyê 4-5 milyonê. Mafê birayê mezin nîne debara mala xwe, barê zarok û zêçên xwe bixe stûyê birayê biçûk. Ev neheqî ye, li dijî eqil e jî.
Potansiyelên Bakur ji yên Başûr zêdetir in. Axa Bakur ji ya Başûr bikêrtir e. Çiya û banî, dest û zozan e. Xwedî hebe tenê çandiniya Riha û Dîlokê dikare tevahiya Kurdistanê têr bike.
Bakur seranser av, kanî, robar û çem e. Petrola Bakur jî heye. 30 % ji tevahiya petrola Tirkiyeyê ji Êlihê û cihên din, ji Kurdistanê tê. Hûn li ser nifûsê hesab bikin, petrola Bakur têra Bakur dike.
Bakur ji gelek aliyan ve ji Başûr pêşketîtir e. Rewşa jinan ji ya Başûr baştir e. Sinneta jinan, êrîşkariya "zanayên olî" nîne li Bakur. Rewşa sosyolojîk bo gihandina kesayetiyeke azad, ji ya Başûr batir e.
Başûr di nava deryaya dijminan de li çareya serê xwe digere. Barê Başûr gelek giran e. Mafê me nîne em barên wan girantir bikin.
Başûriyan riya şêxên Ereban dane ber xwe?
Yek jî Başûr ji bo alîkariya Bakur ne ewçend dilxwaz e jî. Wan ji xwe re riya şêxên Ereban, welatên kendavê model girtine. Ew jî dixwazin di hotelên zêrîn de bi 4-5 jinên xwe nargîleyê bikisînin.
Wan ji xwe re ne Kurdistan, Soranistan avakirine. Ziman, nûjenî, dadwerî, perwerde, estetîk, mafê jinan, hilberîn, fabrîk, daristan û bajarvanî hwd. bo wan ne girîng e.
Ew Bakuriyan biçûk dibînin, kar nadin Bakuriyan lê Tirkek were silavê bide wan dibin qurban û heyran. Heya bigire nahêlin Bakuriyên li Ewropa dijîn werin wekî tûrîst seyahatê jî bikin, astengiyan dertînin. Min gelek tişt bihîstine, naxwazim zêde bikim. Heya rojekê bi çavên xwe nebînim, dê bi gotinên xelkê tevbigerim, çareyeka min a din nîne.
Bo wan ne xem e ku Şivan Perwer nikare kirêya mala xwe bide, lê Ibrahim Tatlisesê Tirk dikin "hozanê mezin ê Kurd", bi milyonan Dolaran dewlemend dikin. Tatlises ku rojekê negotiye "Ez Kurd im".
Min dipa û hêvî dikir ku Başûr qet nebe bo standardkirina Kurdî, bo pêşîlêgirtina assîmîlasyona Kurdan, helîna zimanê Kurdî tiştinan bike. Xebata ziman bar jî nedixist stûyê hikûmetên Başûr, ne xebatên siyasî bûn, rewa bûn. Lê heya niha ti nûçeyek baş di vê babetê de, nebihîstiye.
Bila canê Başûr sax be. Me ev jî dît, ceriband ku xêra ti parçeyek ji ya din re nîne.
'Welatparêzên bi rûmet'
Bar dîsa dikeve ser milên Kurdên Kurd.
Heger bijîşk bin, dê xelkê ji bo nexweşiyan û sawan agahdar bikin.
Heger jeolog in dê xelkê li dijî erdhejan hişyar bikin, nîşaneyên erdhejan bi xelkê bidin nasîn.
Heger derûnînas in (psîkolog) dê çareyan li terapîkirina psîkotrawmayên şer bigerin, xebatan bikin.
Heger mamoste ne, dê li dijî assîmîlasyonê xebatên afirandêrî bikin, qursên zimanê Kurdî bigihînin heya serê çiyayên welêt.
Heger helbestvan in dê jana gelê xwe li bêjeyên bisêhr bar bikin, bigihînin heya Xwedê.
Heger rojnamevan in dê têkevin koçkên kozmîk ên partiyên Kurd jî, li wan deran li rêçên destên dijminan bigerin.
Heger gerîlla ne, dê wekî gerîllayên Spanî ku dema li ser fermana partiya xwe ya îxanetkar çekên xwe teslîmê dijmin dikirin, bigirîn.
Heger şaredar in, dê xelkê fêrî masîgirtinê bikin, ne ku masiyan bidin xwarin.
Heger xwezaparêz in, dê sond bixwin ku heya mirinê 1000 şitlê daran li Kurdistanê zêde bikin, çareyek bo erozyona axê bibînin.
Heger dadperwer in dê heyfa çavên zarokên Kurd ên bi 'bombeyên barbaran' hatine parçekirin bigirin, sûcdaran derînin pêşberî dadgehan.
Heger dîplomat in, dê bi çendîn zimanan cîhanê bi zilma Romiyan bihesînin.
Heger karsaz in, dê rojekê silavê bidin Kurdistanê jî, fabrîkek, dikanek vekin, kar bidin çend xizanan.
Heger stranbêj in, dê nehêlin hinekên wekî arabeskiyan stran û awazên Kurdî xirab bikin, ruhê mûzîka Kurd bikujin.
Heger folklorîst in dê nehêlin hinek pê de pê de kincên Kurd bişibînin ên Ereb û Tirkomanan, govend û dansên Kurdî bidizin. Dê nehêlin pûşiya Yemenê ya Ereban bikin "xwekirina millî ya Kurd".
Heger bieqil in, bi eqilê xwe
Heger dîn in, bi dîntiya xwe
Heger diz in, bi diztiya xwe
Heger tolaz in, bi tolaztiya xwe
Xizmeta gelê xwe bikin.
Birînên gelê me pirr in. Gel di nava êş û azaran de dinale. Derewan dikin. Dixapînin. Rastî ne wekî ya wan e. 'Dijmin' her 'dijmin' e.
2ê rêbendanê 2011
elxan.penaber@googlemail.com
Êlxan Penaber