|
“Îxlas, derxistina xelkê ji muamela heqîyê ye” (Cuneyd-ê Bexdadî)
"ji bona xelkê terikandina emel, rîya ye; emelê ji bona xelkê jî şîrk e.
Îxlas, ji alîyê Xweda ve ji van herdu tiştan efîyetxistina te ye. (Fudayl b. Îyâd)
Îxlas lihevhatina gotinê û xwe û xwe û gotinê ye. Ne tezatbuna daxwazê bi ‘emel re ya ‘emel bi daxwazê re ye.
Nîyet: sedefe ku durê îxlasê di dilê xwe de digerîne.
“Di her sedefê de dur nayê dîtin.” (Mewlana)
Lê her dur di sedefê de çêdibe û digîhîjê.
Ê ku qiymetê dide simbilê lib e.
“Batil her demê batil e, esil talûke di sûretê heq de xuyabuna wî ye.” (Baqi)
Eger eslê tiştekî tunebe, qelpê wî jî tune ye.
Gelo ma cîsim tunebe sîya wî çêdibe?
Sî nîşanê hebuna cîsim e.
Eger heq tunebuya batil, rastî tunebuya derew, rindî tunebuya pîsî û îxlas tunebuya durutî çênedibu.
Delîlê heqîyê batil, ê rastîyê derew, ê rindîyê pîsî û ê îxlasê jî rîya ye.
İxlas û rîya wek şev û rojê ye. Nayên bal hev. Di dil de hebuna yekê tunebuna yên din e.
Eger di coğrafya dil de roja îxlasê here ava; tarîya rîyayê dikeve ser erdê.
Li cîyê ku bahoza rîyayê were, qendîla yêqînê vedimire. Rê tarî dibe. Nêrîn diguherin. Ji sedeqetê tu berhem namîne. Wefa dibe cefa. Mirovatî bi devê enanîyetê diaxivin.
Divê îlmê însanan, emelê îlman û îxlasa emelan hebe.
Însan bi îlim, îlim bi emel û emel jî bi îxlasi qîmetê digre.
Eger di dil de nîyet tunebe; îxlas çênabe. Di nîyetê de îxlas tunebe, nîyet nikare mirovan xelas bike.
Nîyet emelê dile, îxlas dilê nîyetê ye.
Dilê bê emel betal, emelê bê îxlas batil e.
Nîyet zerfê îxlasê û mezrûfê emel e.
Dijê îxlasê rîya ye.
Îxlas li razayîya heq, rîya li razayîya xelkê digere.
Ji bona emel nîyet çi be, ji bona nîyetê îxlas ew e.
Fêkîyê yêqînê îxlas, fêkîyê îxlasê îhsan e.
Îxlas dermanê derdê rîyayê û rêberê teqwayê ye.
“Tu bi bawerîyeke ji dil, îbadetê ji Xweda re bike!.." (ez-Zumer, 2)
werger: Fikrî Amedî
|