Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayýs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ÞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FÝQÝH
Deqa Dawî
Légerîn  
.: Yazarlar :.

Kî Mihtacê Îrþadê ye

Suleyman ÇEVÎK - 09/04/2011 - 04:11
Sî sal li pey derketina dînê Îslamê piraniya millet Kurd jî peyderpey Misilmantî qebûl kiriye û ketiye dinê Îslamê. Bi gotineke din, di nav xelkên Misilman de milletê ku li pey Ereban hemen Îslamiyet qebûl kirine Kurd in.

Bi vê tesbîtê em dizanin ku têkiliya Kurdan û Îslamê bi qasî tarîxa Îslamê kevn e.

Merivên bi însaf û heqnas jî qebûl dikin ku alimên mezin ji nav Kurdan derketine û van aliman li pey xwe bi zimanê Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdî berhemên hêja hiþtine. Û her demê ji dezgehên van alimên bi nav û deng alimên nû derketine.

Melayên Kurdan wekî mîrasa kesên beriya xwe sazûmana medresê meþandine. Ew çira ku dora xwe ronî kiriye di dewrên herî ceberût û zahmet de jî venemiriye û tim vêketî maye... Bi vî awayî bi temamî nebe jî ev qîmetên me hatine parastin û gihîþtine dema me ya îro...

Wekî mînak di tarîxê de Îbnî Esîr û Îbnî Xellikan, di ilmê Hedîsê de Îbnî Selahê Þehrezorî, di 'ilmê teknîkê de Îbnul Ebul 'Îzê Cezîrî, di 'ilmê fiqhê û di fikra Îslamî de Îbnî Teymiye, di 'ilmê Nebatatê de Ebu Henîfe Dînewerî û gelek alim û zanyarên din tev Kurd in.

Di dewra Osmanî û mîrektiyên Kurdan de jî rola alimên Kurdan gelek e.

Terîqetên Anatolyayê jî gelekên wan bi Mewlana Xalidê Bexdadî/Þehrezorî ve girêdayî ne. Mewlana Xalid jî bi netewa xwe Kurd e... Em dibînin ku terîqeta Neqþebendî jî bi wasita Kurdan li welatê rojava belav bûye...

Ustad Bedîuzzemanê ku bi milyonan li kesan tesîr kiriye ku gelek cemaet wî ji xwe re weke rêber û ustad dihesibînin, ew jî Kurd e.

Heta roja îro ji nav dewletên Ereban, Tirkiye û Îranê jî gelek alimên Kurd derketine.

Welhasil Misilmanbûna Kurdan; di cîhana Îslamê de cihê wan û ji dînê Îslamê re xizmeta ku Kurdan kiriye tiþtekî aþîkar e.

Em beriya herkesî Misilman bûn; îro jî di nav me de Misilmaniyê ji herkesî bêhtir cihê xwe girtiye...

***

Ez çima hewcedar dibim ku van tiþtana bibêjim û têkiliya Kurdan û Îslamê bînim ziman û behsa Misilmanbûna Kurdan bikim?

Van demên dawiyê dewleta Tirkiyê kifþ kiriye ku Kurd tev ji rê derketine, ketine delaletê û bûne muhtacê "îrþadê". Ji ber wê, dixwaze me tevan bîne rêya rast, me ji rêþaþiyê xelas bike...

We dît rejîma Tirkiyê çiqas li qenciya me difikire(!)

Digel ewqas delîlên aþîkar ku Kurd û Îslam çiqas ketine nav hev, dîsa jî hukmê "bêdînîtiyê" li me datînin.

Van mehên dawîn nûçeyek balkêþ bi wasita ajansan belav bû û di rojnaman de weþiya. Li gora vê nûçeyê, Diyaneta Tirkiyê wê di sala 2011an de ekîbên îrþadê ava bike û ev ekîb wê li hemberî cûdaxwaziyê, kurdan agahdar û þiyar bike. Ev ekîp wê salê du caran, her carê bîst rojan bi welatiyan re rûbirû were û der barê fealiyetên "nebaþ" de hem li mizgeftan, hem jî dê derkeve derveyî mizgeftan û xelkê þiyar bike...

Li vê derê armanc parastina "yekparetiya Tirkiyê" ye. Ji bo vê jî di sala 2011an de ji butçeya dewletê pereyekî zêde hatiye veqetandin. Bi vî pereyî hem wê 1362 heb mizgeftên nû çêbike, hem jî wê li hemberî van fealiyetên qaþo "nebaþ" elemanên xwe ji aliyê zanebûnê ve têr û tije bike.

Em heqê wan înkar nekin, gelo we dît ku rayedarên dewleta Tirkiyê çiqasî me difikirin.

Rejîma ku ewqas sal e bi destê eskeran navbera xwe û Kurdan xweþ nekiriye, îro dixwaze bi tedbîrên xwe yên dînî, bi navê heyetên îrþadê ji Kurdan re behsa biratiyê bike.

Saziyên dewletê gelek in, her sazî dikare ji dewletê destekê bigre û li gund û bajarên Kurdan ji xelkê re xizmetê bike.

Lê ew dixwazin bi navê "dîn" biçin nav Kurdan û xwe nêzîkî Kurdan bikin... Ji ber ku baweriya bi Îslamê li cem me tiþtekî bi qîmet e.

Heta niha dema bi navê dîn hatine, me dilê xwe li wan vekiriye û her tiþtê xwe bi wan re parvekiriye.

Helbet wekî herkesî Kurd jî hewcedarê Îslamiyeteke rast û durist in. Lê dema ku mexsed xapandin be, bila ew ji me dûr be...

Ji me zêdetir ew bi xwe hewcedarê îrþadê ne...

Li cihê ku rêya rast bidin ber me, bila biçin rêya rast nîþanî wan kesên ku li me zilm kirine bidin; bila biçin wan însanên ku ewqas salan em înkar kirine îrþad bikin...

Rojavayê Tirkiyê ji Kurdan bêhtir ji din dûr ketiye. Însanên li qeraxê behran, ji Behra Spî bigre hetanî Ege û Marmarayê, li Traqyayê û li Îzmîrê, ev derdor ji me zêdetir muhtacî îrþadê ne...

Çi wext mesele ji Kurdan vedibe, her cemeat, tu dibêjî qey Kurdbûna me tiþtekî li dijî Îslamê ye, partî û aqilmendên piyasa Tirkiyê dibêjin, milletê Kurd Misilman e, eman eman herin behsa Îslamê bikin. Em dinêrin, van demên dawî hema herkes li nava Kurdan ji xwe re ciyan çêdikin.

Meriv dibêje qey, bes ji bo xapandinê Misilmanbûna me tê bîra wan. Dibêjin, werin em Îslamê bidine wan, wê derdên xwe yên din jibîr bikin... Îslam ser seran û ser çavan, ma mesele tenê ev e?

Kî dikare ji xebateke jidil û samîmî re bibêje na! Kesê ne ji bo xapandinê tê mala me, cihê wan li ser serê me heye.

Tiþtên hatine kirin li meydanê bin, emê li wan binêrin.

Diyaneta ku nijadperestî û Henefîcîtiyê dike bila îrþada me neke. Bila meleyên Henefî yên ku orf û 'edetên Kurdan û zimanê wan nizanin ji rojava neþîne nava kurdan û bila dest nede Þafiîtiya Kurdan. Ji bo bi milyonan Kurdên Þafiî li navenda Diyanetê çima maseyek pîçûk jî tuneye?...

Li ser navê dîn bila me nexapînin. Lewra xelkê nezan her kirina wan dike male Îslamê û ji ber van kirinên wan dibe dijminê Îslamê...


916

 

YORUMLAR

Xurþîd Mîrzengî 10-07-2011, 01:04:51
Bi rêz Kek Silêman, tenê ez ê bibêjim ji bona vê nivîsa te, bila pênûsa te her û her kesk û þîn be û destên te ter bin. Çîrokeke kurdan heye, dibêjin: ´Yekî feqîr beranekî, yekî hîlebaz jî karikekî dibin ser ziyaretê. Li ber hev in, yê hîlebaz destên xwe bi Jor de vedike û dibêje: ´Ya Xweda, tu dibînî min ev beran anî, ez hêvîdarim tu qebûl bikî.´ Deng diçe yê feqîr ew jî bi Xwedê de dikale û dibêje, ´Ya Xwedayê erþ û qelem, tu zanî ki beran, kî karik anî. Ew Qadir e, her tiþtî dizane...
 

YAZARIN DÝÐER YAZILARI

8 09/04/2011 - 04:11

Kî Mihtacê Îrþadê ye

 

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Þafî

Ebdurehîmê Mûþî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDÝSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine þîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kýlýnç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeþildað

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

ÝSTÝLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diðer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Þêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diðer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazý, resim ve haberlerin her hakký saklýdýr. Ýzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanýlamaz - Yasal Uyarý - SITEMAP
Yazýlým: networkbil