"Seîdê Nursî li hemberî peymana Sewrê derket, bi wî awayî nehişt Tirkiye parçe bibe, lê bi salan Nursî avêtin zindanan û heta niha cihê gora wî nediyar e, yên gund vala kirin û kesên sivîl kuştin dewlet e, ev tê wateya ku heger navek li terorîzmê bê kirin, ew jî dewletê terorîstî kiriye "Seîdê Nursî li hemberî peymana Sewrê derket, bi wî awayî nehişt Tirkiye parçe bibe, lê bi salan Nursî avêtin zindanan û heta niha cihê gora wî nediyar e, yên gund vala kirin û kesên sivîl kuştin dewlet e, ev tê wateya ku heger navek li terorîzmê bê kirin, ew jî dewletê terorîstî kiriye. Dibêjin Tirkiye yê tirkan e, kî hez nake bila ji vir biçe.
Dema tirk ji Asyaya Navîn hatin, Kurd li vir bûn, yên ku esas xwediyê vê erdnîgariyê ne Kurd in. Ev gotinên Altan Tan ku di qanaleke televizyona tirkan de bersiv dida temaşevanên tirk e."
Her bersiveke Altan Tan, heyecanek dida min. Altan Tan bi zimanekî mizahî bersivên dirokî dida, bersivên ku siyaseta înkar û îmhayê tarûmar dike. Piştî ku Leyla Zana di meclisa tirk de got ‘ez vê sondê ji bo gelê tirk û Kurd dixwînim, parlamenterên Tirk hicûmê wê kirin', wekî gotinên Ahmet Kaya ku got, ‘ez ê bi Kurdî CD'yekê çêbikim hunermendên tirk hicûmî wî kirin', gotinên Altan Tan heyecanek mezin da min.
Altan Tan bi zimanekî ji xwe bawer, bersivên li cih, dîrokî, bi cesaret dida. Kesekî jê pirsî got, ‘heger tu li Iraqê di dema Sedam de bûya an jî welatekî din, te dikarî ewqas hêsan biaxivî?' Tan bi ruyekî nerm digot, ‘bo ku ez îro biaxifim, bi hezaran kes hatin kuştin, hezaran gund wêran bûn, bi hezaran kes hatin îşkencekirin.'
Carna em dibêjin divê Kurd dev ji çanda sêwiyan berdin, gelek kes ji me fêm nake, dibêjin belkê em dixwazin tirkan çi li gelên din kirine, em Kurd jî li wan bikin. Ez di wê baweriyê de me ku heta pir zelal hesabên qetlîamên dîrokî neyên pirsîn, sîstema înkar û îmhayê neyê axaftin, tirk bi tû awayî demokrat nabin û reformên bingehîn li Tirkiyê pêk nayên. Ez gelek caran dibinîm gava siyasetmedar an jî hunermendên Kurd di çapemeniya tirk de derdikevin, behsa bo ku ew bi Kurdî peyivîne wan çawa lêdan xwarine, wekî ku Kurd lêdanê nexwin mafên wan yên wekî netewe tûne. Gelek Kurd bi awayekî teza li Kurdan lewma wan berê xwe dan çiyan dipejirînin.
Siyasetmedarên Kurd heger wekî Altan Tan siyaseteke zelal bi peyvên nerm vebibêje, dê hem dilê Kurdan rihet bikin, hem jî dê gelê tirk hêsantir meselê fêm bike ku Tan bi bersivên ku pê li damarên siyaseta tirk ku bûye belaya serê gelê Anatolyayê dike.
Demekê berê min gotibû divê rewabûna tirkan a li Anatoliyayê bê nîqaşkirin da ku ne tirk gelên din înkar bikin, bo ku tirkan qebûl bikin bi gelên din re li hev bikin. Tirk bi kompleksa ku ew xwediyê vê erdnigariyê nînin ji xwe erdnigariya Mezopotamyayê û Anatolyayê tarûmar kirin, gelên wekî ermenî û asûrî di qetlîaman re derbaz kirin. Sedemê ku pirsa Kurd qebûl nakin jî, ji ber kompleksa ku dê tirktî têk biçe.
Sebahat Tuncelê keseyetiya jina Kurd a leheng pejirand û şîlmaqek li ruyê polîsê tirk da, Altan Tan jî bi gotinên xwe sîstema înkar û îmhayê dihejîne, melayên Kurd rengekî Kurdî didin diyanetê, law û keçên Kurd çiyayê Kurdistanê dixemilînin, bi ewqas derfet ve di encamê de serkeftin a Kurdan e, heta Kurd kerwanê xwe yê berxwedanê bimeşîne..bi meş bi meş...
bingolmizgin@gmail.com Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be
Azadyia Welat