Li welatên ku Kurdistan din nav xwe da par kirine gelek zor û zehmetî li ser Kurdan heye.
Li İraqê bi salan şerê azadîyê dijî dewleta Ereb û rejîma Baasîyan ji alîyê Kurdan va hat dom kirin. Niha li İraqê Kurdistana Federal heye û di bin seroktîya birêz Mesut Berzanî da ji bo gelê Kurd kar û barên gelek giranbiha dimeşîne. Tiştê ku ji kesek ra ne dibû xeyal niha li wê bû ye rastî. Kê digot ku tê Mam Celal Telebanî bibe Serokkomarê İraqê û kek Mesût Barzanî li İraqa Federal bibe Serokê eyaleta Kurdistana Federal?.. Niha Mam Celal Serokkomarê dewleta Federal İraqê û kek Mesût Barzanî serokê eyaleta Kurdistana federal dewletê ye.. Dema rejîma Baasîyan û Saddam Hüseyin ev her du serok ji alîyê dewleta İraqê va kesên terorist dihatin nerixandin.
Li İranê bi fermî Kurd hene, cîyê Kurd jiyana xwe berdewam dikin bi navê Kurdistan eyaletek heye. Balafirek jî bi navê Kurdistan heye û di salên 1980’an da balafira bi navê Kurdistan hat Enqerê li meydana Esenboxa danî. Wê demê bi bawerîya Kenan Evren û rejîma wîya faşîst Kurd tune bûn belê balafirek bi navê Kurdistan li Esenboxayê danî bû. Ev bûyerek ecêb bû. Çewa dibû ku “Kurdistan” li balafira Esenboxayê cî û war girti bû?.. Faşîzma Kenanîyan derhal rabû ser lingan û ji rejîma Xumeynî tika kir ku balafira bi navê Kurdistan car dî newe Turkîyayê. Bi vî awayî pêşîya hatina balafira di bin navê Kurdistan da hat girtin û car dî balafira bi navê Kurdistan li hewayê Turkîyayê jî ne firî. Turkîya nikaribû û hêja jî nikare tehmûl bike ku balafirek an çûkek bi navê Kurdistan li hewayê Turkîyayê jî bifire...
Li Sûrîyayê li gorîya dewleta Ereb ne Kurd hene ne jî Kurdistan. Li vî welatî bi salan e di bin hukma Esatan da Kurd bi fermî bîyanîyên bê welat in. Kurdên bindest li ser welatê xwe Kurdistan bê welat û bê nasname jîyana xwe wek penaberan derbaz dikin, belê ji wan ra heq û huqûqê penaberan jî tune.
Li Turkiyayê heta demek kin, bi gotina kemalîstan Kurd tune bûn. Niha demek kine Kurd hene, belê dîsa Kurdistan tune. Rejîma kemalîst nikare tehmûl bike ku çûkek bi navê Kurdistan li ezmanê ser Turkîyayê jî bifire, derbaz bibe. Dewleta Tirk heta par jî destûr ne dida balafirên Kurdistana Federal ku werin balafigehên Turkîyayê û destûr ne dida balafirên Turk ku herin balafirgehên Kurdistana Federal. Dema kesek bixwest bi balafirê biçe Hevler an jî Kerkukê mecbûr here Bexdayê û ji wê here Kerkuk û Hevlerê.
Li Turkîyayê demek kine ku rejîma kemalîst hebûna Kurdan qebûl kirîye, belê tu mafek nade Kurdan. Di dibistanan da heqê mafê dersdana zimanê Kurdî nade û tim berpirsîyarên rejîmê dibêj in yek(tek) ziman, yek(tek) gel, yek al û yek dewlet.
Bi fermî li Turkîyayê Kurd hene belê Kurdistan tune. Berpirsîyarên rejîmê, Kurdistan inkar dikin û Kurdistan biçûktir kirine. Ji Kurdistan ra bi zanebûn dibêjin Güney Doğu Anadolû (Başûrê rojhilata Anadolê). Halkî rojhilat û başûrê rojhilata Turkîyayê (Doğu ve Güney Doğu Türkiye) hinek ji hêla nîvê Anadolê û û derya sipî jî Kurdistan e. Belê ji bo ku rejîma kemalîstan Kurdistan biçûk û hindiktir bi hevwelatîyên xwe bide zanîn bi qestek dilxirab dibêje başûrê rojhilata anadolê (Güney Doğu Anadolu).
Rejima kemalîstan digot Kurd tun in. Hevwelatiyên Turk û hinek Kurdên ku buunê Turk jî digotin Kurd tun in, wan jî bi dil û can inkarîya Kurdan dikir. Niha ew jî dibêjin Kurd hene, belee Kurdistan tune…
Li bajara Almanya Hannoverê ez çom dikanek Turk min xwest ji xwe ra hinek fêkî bikirim. Kesê dikandar bi min ra bi Almanî peyivî. Min bi Turkî jê ra got ez ne Alman im bi min ra bi Turkî bi peyîve. Ewî got:
- Aaaa Tu Tirkî?
Min bersiv da û jê ra got:
- Na ez ne Turk im.
Ji min ra got:
- Va ye tu bi Turkî dipeyivî. Tu Turk î..
Min jê ra got:
- Herkesê bi Turkî dipeyi e ma Turk e?. Tu jî bi Almanî dipeyivî ma tu Alman î?..
Ewî pirisî:
- Ma tu ji kêder î?
Min got: Ez nabêjim. Heker ez bêjim tûyê biqehirî…
Ji min ra got:
- Ma ez çima biqehirim?
Min bersiv da û got:
- Ez Kurd im û ji Kurdistan im…
Ewî got:
- Gelo Kurdistan li ku dere?..
Min jê ra got:
- Ne min ji te ra got tuyê bi qehirî.. Tu kesek wisa ne rastî ku dikarî rastîyê çewt bikî… Tu biteqî jî ez ji te ra nabêjim Kurdistan li ku dere. Nexşeyên (xerîteyên) Alman li her cî heta li dikana te jî hene. Binêre nexşeyê bibîne ku Kurdistan li ku dere..
Ne bi tenê rejîma kemalîst inkarîya Kurdistan dike. Her wiha mêjûyê hevwelatîyên xwe daye şûşt in û bi hevwelatîyên xwe jî dide inkarkirin. Ev bûyêr derdek giran e ku Kurdên me ên zana jî navê Kurdistan naynin ser zimanên xwe û ew jî, ji Kurdistan ra dibêjin Başûrê Rojhilata Anadolê (Güney Doğu Anadolu), polîtîka kemalîstan bi nezanî an jî, ji tirsa xwe didomînin…
Xwendevan û zanayê Turk jî bê raman û merheze polîtîka rêvebirên xwe dimeşînin… Berî çend rojan ez çome Belîsê, min xwest ji xwe ra compîterek (bilgisayar) bistînim. Ez çom dikanek û min pirsî. Xortek bist salî tiştek ji min fam ne kir. Min fahm kir ku ew bi Kurdî nizane. Min bi Turkî jê pirisî gelo ew ne Belîsî ye?.. Bersiv da ku ew ji Newşehirê ye. Min jê ra got:
Win li her cî û warî dibêjin ku Turk û Kurd bira ne. Ez ev gotina we rast nabînim û ne bawer im ku win vê gotinê ji dil dibêjin. Em Kurd şertên biratîyê pêk tînin û bi Turkî dizanin. Belê win Tirk xwe bi Kurdî fêr nakin û dibêjin em bira ne, ev gotina we derew e. Ma bira bi zimanên hev nizanin?.. Binêre win bi zimanê birayê xwe Kurd nizanin. Seba vê yekê ez ji vê gotina we bawer nakim. Madem em bira ne pêwist e tu jî bi zimanê me bizanibî… Ewî xortî got ku ew hewl dide bi Kurdî fêr bibe. Xwedîyê dikanê min dawetî cîyê rûniştina xwe kir. Xatûnek li wê rûniştî bû. Xatûna rûniştî bijîşk (dixtor) bû.
Ew xortê 20 salî jî birayê wê bû. Ew xatûna bijîşk (dixtor) bi xwedîyê dikanê ra zewicandî bû. Anî jina xwedîyê dikanê bû. Min tiştên ku ji birayê wê ra goti bû jê ra jî dûbare kir û got:
- Binêrin win li Kurdistanê dijî, pêwist e zimanê vî gelî jî fêr bibin.
Bijîşkê(dixtorê) bi aweyek metel (şaşmayî) ji min ra got:
- Ev der Turkîya ye ne Kurdistan e.
Min bersiv da:
- Ev der tam nîvê Kurdistan e. Welatê Şerefxana ye. Şerefxan bi navê Şerefnamê berî 500 salan dîroka Kurdistan nivisandîye. Ji kerema xwe ra Şerefnameyê bixwîne. Dewleta Turk dameşana polîtîka xwe kirîye mêjûyê we xwendevanan jî.. Kurd hene belê Kurdistan tune.. Welatê Kurdistan li ser jîyana xwe didomînin Kurdistan e…
Pêwist e tim Kurdên zana, pispor, rewşenbir, revebir û ronakbîr li her cî û warê bê tirs bi cesûrî nebêj xin Rojhilata Anadolê (Doğu Anadolu) û Başû Rojhilata Anadolê (Güneydoxu Anadolu) bêjin Kurdistan. Divê pêşîya gelê Kurd di vî warî da vekın, bi gelê Kurd bidin zanîn û fêrkirin ku herkes li her cî, war û mekanî bêje Kurdistan.
Pêwist e em vê dozê bi bengînî bidomînin ji Kurdistan ra Kurdistan bêjin, navên gund, bajar, war û çîyayên Kurdistan bi navên kevin navdar bikin û ne bi navên ku dewlata Turk danîne…