Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
.: Yazarlar :.

Ewrên tarî li ser Kurdistanê digerin

Kurdo Baksi - 28/08/2011 - 04:24

Sedemekî dî jî ew e ko kurd bi salan e li dijî hev şer nakin. Ev rewş li dijminên kurdan xweş nayêt.



Divêt kurdên hemî parçeyan hişyar bin û piştgiriyê bidin hev.

STOCKHOLM, 27/8 2011 — Neyar ti caran nakevin xewnên kûr. Belê, ev gotin ji bo havîna 2011 li Kurdistanê bi isabet e. Piştî ruxandina Sedam Husên li Bexdayê kurdan nefesek stand û serkeftina wan li hemî deverên Kurdistanê hat pîroz kirin.

Lê belê xuya ye dema nefesstandinê xilas bûye ji ber ko gelek lehîstokên mezin li ser herçar perçeyên Kurdistanê hene. Ez dikarim bêjim ko aniha dîsa em ketina prosesa 2003-yê.

Rejîma Tehranê vê havînê gelek gundên Kurdistana Iraqê da ber topan. Hinek gundiyan jiyana xwe ji dest da û hinek gundî jî bi awayekî xeter birîndar bûn. Sedema ko Îrana nîşan dide ew e ko gerîlayên PJAK-ê li wan gundan aktîf in. Her wisa ordiya dewleta Tirkiyeyê jî ket nav sînorên Kurdistana federal û gelek dever bombebaran kir.

Em nizanin çend kesan jiyana xwe winda kiriye ji ber ko agahdariyên cuda cuda digîjin destê min. Berdevkê ordiya tirk dibêje navbera 90 û 100 gerîlayên PKK-ê hatine kuş tin lê PKK wan agahdariyan rast nabîne.

Her wisa li Sûrî, cîrana Kurdistana federal, ji adarê ve serhildaneke xurt ji aliyê oposîzyonê hatiye li dar xistin. Hema hema her roj xwenîşandanên gelek mezin tên li dar xistin. Û li gor agahdariyan Beşar Esed, dîktatorê Şamê, dê di nêzîk de, desthilata xwe winda bike. Îmkana ko Suriyeya nû derbasî sîstemeke federal bibe mezin e û wekî li Kurdistana Iraqê kurd dikarin dewleteke federal deynin.

Ji bo ko kurd negîjin heqê xwe dewleta Tirkiyeyê û Iranê hemî xirabiyan dikin. Sedema xirabiyên wan jî hêsan e: Seda 70-yê kurdan li wan herdu welatan bê maf dijîn. Tirikye bi dizî û Îran ji vekirî piştgiriya rejîma Beesê a Şamê dikin. Dewleta tirk du rolan dilehîze, wekî her caran. Li cem welatên xerbê li dijî Beşar Esed xeber dide lê parastina statukoya heyî dixwaze, li cem Îranê li dijî welatên xerbê diaxive û piştgiriyê dide rejîma Sûriyeyê.

Belê, havîna 2011 dikare nûçeyên xirab ji bo Kurdistanê û hemî gele kurd bîne ji ber ko dagirkerên Kurdistanê biryar dane ko Kurdistana federal ji holê rakin. Divêt em pirseke giring bikin: Çima Tirkiye û Îran vê havînê bi tundî gundên Kurdistana federal bombe dikin? Armanca wan welatan çi ye? Eger herdu welat nikarin li nav sînorên xwe de PJAK û PKK-ê kontrol bikin, hingê dê çawa li nav sînorên weletakî ciran bi ser bikevin?

Bersivdayîn hêsanî ye. Ji sala 1991-ê ve nêzîkî pênc milyon kurdên başûr welatekî serbixwe bi statuya federaliyê îdare dikin. Parlamento û hikûmeta Kurdistana federal nêzîkî 20 salan e karê xwe dimeşîne. Budçeya kurdan heye, lê ya herî giring ew e ko kurd li herêmeke 50 000 kîlometreçarçik de bi bi awayekî serkeftî îdareya xwe dikin.

Û ji bo ko welatek bikare serxwebûna xwe îlan bike divêt berî hemî tiştî li Neteweyên Yekbûyî û welatên desthilatdar bide bawer kirin ko ew netewe welatê xwe santîm bi santîm kontrol dike û aramiyê dirûst dike. Gava ko Îran û Tirkiye erd û asîmanên Kurdistanê bê destûr îhlal dikin, krediya Kurdistanê jî li nav platformên navneteweyî û welatên derve kêmtir bibe. Ango, kurd nikarin erdên xwe kontrol bikin!

Neyar ti caran nakevin xewnên kûr. Û divê em jî nekevin xewnên kûr. Çima ew herdu dewlet êrişan dibin ser mintiqên Kurdistana federal? Yek ji wan sedeman bûyerên li Suriyeyê ne. Rejîma Enqere û Tehranê aniha ji serkeftinên muxalefeta Sûriyeyê ditirsin û dilerizin.

Guhorandina desthilatê li Sûriyeyê dibe destpêka têkçûna rejîma Îranê û herwisa Kurdistaneke federal ko dikare li cîhanê bibe xwedî rûmet. AK-Parti an jî rejîma Enqerê jî ji meseleya kurdên Sûriyeyê gelek ketiye panîkê û esas dixwaze ordiya xwe rêke Sûriyeyê û ji bo ko kurd li ti cihên dinyayê mafen xwe negirin.

Sedemekî dî jî ew e ko kurd bi salan e li dijî hev şer nakin. Ev rewş li dijminên kurdan xweş nayêt.

Aniha ewrên tarî li ser Kurdistanê digerin.

Divêt kurdên hemî parçeyan hişyar bin û piştgiriyê bidin hev.


598

 

YORUMLAR

YAZARIN DİĞER YAZILARI

8 28/08/2011 - 04:24

Ewrên tarî li ser Kurdistanê digerin

8 28/05/2011 - 12:26

AKP kurdan wekî netewe nabîne

 

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil