PKK çawa derket, di kîjan şertan de bi çi armancê çek hilda, ev pirseka giring e; heta nuha gelek caran hatiye minaqeşekirin. Ji nuha pê ve jî ê di vî warî de bê nivîsîn. Lê îro ne cî û wexta vê minaqeşê ye, bi kêmasî dikare bê gotin destpêkirina şerê wê yê çekdarî yê li hemberê şiddet û terora dewleta tirk wext be yan na, heq bû, xwedan şer’iyet bû, însanên ku vîjdanên xwe nefirotibûn fahm dikir wî şerî çima serî hildaye.
Têkoşîn hat hat, gihaşt heta van rojan ku PKK-ê di raya giştî ya temamê Tirkiyeyê (tevî kurd û tirkan) de û li seranserê dinyayê ji ber şerê xwe yê çekdarî kêm zêde xwe bi dinyaya xwedan nirxên însanî da fêhmkirin, hetta serdestî li hemberî şiddet û terora dewletê bidest xist. Orduyê di raya giştî de li hemberî PKK-ê di şerê psîkolojîk de meşrûiyeta şiddeta xwe wenda kir.
Lê îro bi gurrkirina şerê dawiyê hissek peyda dibe ku cara pêşiyê dikare PKK têkeve qonaxeka wiha ku vê serdestiyê wenda bike, li hundur û derva qenaetekê bide peyda kirin ku di berdewamkirina vî şerî de berpirsiyara esasî PKK ye, berdewamkirina şerê çekdarî êdî ne li hember teror û şiddeta dewletê, ne ji bo bidestxistina maf û azadiyên gelê kurd û parastina wan e. Cara pêşiyê ye, ew his heye ku qonaxek destpê dike ku PKK ne tenê ji bal tirkan wek hêzeka şerût a şerxwaz bê dîtin, ji bal kurdan ve jî wek hêzeka li pey endîşe û armancên xwe yên taybetî yên rêxistinî û bi hin pêwendiyên herêmî ve bestî bê dîtin ku ew pêşînîyê nade rewş, berjewendî û mafên gelê kurd. Bi vî awayî ew ne tenê li ber çavê dijmin û biyaniyan, li ber çavên gelê kurd ê ku heta nuha maka jiyana wê ye jî neheq bê dîtin.
Ev şerê gurrbûyî yê nuha gumanê di vî warî de xurt dike. Çimkî rewşa ku welat û gel berî gurrbûna şer tê de bû û gurrkirina şer lihev nake. Çiqas bi vir de wir de bê pîvan jî ji rewşa du-sê hefte an mehek berê, ev şerê xwînawî yê taxrîbkar ê ku her ku diçe mezin dibe dernayê:
Ev şer ji wê tespîta stratejîk a ku rêberên PKK-ê dibêjin ’dema şerê çekdarî çûye; em ê ji bo êrîşê tu carî çek bikarneynin, tenê em ê gava êrîş hat ser me jii bo xweparastinê çek bikar bînin’ dernayê, qet bi wê re li hev nake.
Ev şer, ji biryara PKK-ê a bêpevçûniya (agirbestê) yekalî ya ku hê piştî gurrbûna şer jî Murat Karayilan îddîa dike ku berdewam e dernayê.
Ev şer, ji wê kampanya hêja ya nedîtî ya hilbijartinan a BDP-ê û ji wê serkeftina wê ya muezzem dernayê.
Ev şer ji wê boykota aştiyane a ji bo berdana parlamenterên girtî yên hilbijartî dernayê.
Hela hela ev şer bi wê daxwiyaniya serokê PKK-ê Abdullah Öcalan re qet lihev nake ku got wî û heyeta dewletê li Îmraliyê lihevkiriye, îdî pêwîstî bi destpêkirina ”şerekî gelêrî yê şoreşgerî” nemaye, prosesa têkoşîna destûra demokratîk destpêkiriye, yanî her tişt êdî ê bi diyalog û mizakereyan û metodên eştiyane bê meşandin.
Eşkere ye ku biryareka eşkere ya Abdullah Öcalan a destpêkirina şerekî wiha tuneye, ew ne bi şerê gurrkirî re ye, piştî kuştina 13 eskeran li Farqînê û di eynî rojê de îlankirina ”xweseriya demokratîk” wî bi xwe got ”dewlet û PKK min wek taşaron bikar tînin.”
Tê gotin ku tevî agirbestên yekalî dewletê û hukumeta Ak Partiyê şerê xwe berdewam kir, opersyon her ranewestiyan, gerîlla tevî ku di mewziyên xwe de bûn , ne aktîf bûn hatin kuştin, bi hezaran însanên sivîl bi navê KCK-tiyê hatin girtin, di hilbijartinan de hat xwestin berendamên parlamenteriyê yên BDP-ê bên tasfiyekirin, parlamenterên hilbijartî nehatin berdan, serokwezîr Erdogan hê berî hilbijaritnan got ”pirsa kurdî nemaye, pirsên welatiyên kurd hene.” Ev hemû rast in, gelek dijminatî neheqî û şaşîtiyên din jî hene û ê her hebin. Ne meçhûl e ku hukumet û dewleta tirk ne di wê heyiriyê de ye ku hemû maf û azadiyên kurdan nas bike, derdê wan ew e ew bi awayekî herî erzan ji pirsa kurdî xelas bibin.
Lê ev hemû jî nabin sedemên şer’î yên destpêkirina vî şerê dawîn. PKK-ê bi xwe di van hemû şertan de û di şertên çend sal berê yên gelek gelek xerabtir de biryara agirbestê, ya şerê çekdarî tenê ji bo xweparastinê daye. Di van şertan de operasyonên dewletê ên li hember KCK-ê, ji bal tirkan û dinyayê jî wek opersyon û dozên neheq ên xeyrê şer’î hatin qûbulkirin, wan li hemberî vê piştgirî da girtiyan. Di van şertan de BDP-ê hilbijartineka gelek serkeftî temam kir; 36 parlamenter derxistin. Di van şertan de ew bizavên bêîtaetiya sivîl ên berfireh, ew nimêjên înê yên ku dest û lingên hukumet û dewletê girêdidan serkeftî dihatin meşandin. Di van şertan de bû ku BDP-ê ji bo boykota xwe ya bi armanca berdana parlamenterên girtî ne tenê ji kurdan, ji tirkan û dinyayê jî piştgirî stend.
Hela hela ku îro li Tirkiyeyê bi saya têkoşînên bi deh salan rewşeka wiha peyda bûye ku di medyayê de her fikir, her dîtin û pêşniyarî, her daxwaz tê minaqeşekirin, ji bo wan, şiddet ne tê de bi metodên bêîtaetiya sivîl û yên din ên gelêrî têkoşîn tê dayin.
Eynî di wê demê de serokê PKK-ê li Îmraliyê îdî ne di bin perda sirrê û tehdîdên mezin de bi eskeran an ergenekoniyan re, lê bi heyeta dewletê ya ji bal hukumeta sivîl tayinkirî re ketiye nav mizakereyan.
Ev ferqeka mezin e, avantajeka mezin dide Öcalan jî, PKK-ê jî. Çimkî cara pêşî ye desthilateka siyasî van mizakereyan dimeşîne ku bi serê xwe Tirkiyeyê îdare dike, hukumeta herî xurt a tarîxa Tirkiyeyê ye, pirraniya parlamentoyê di dest de ye, duserîtiya dewletê a ku ji bal esker û sivîlan dihat meşandin û desthilata wesayetgêriya eskerî û burokratîk bi dereceyeka mezin daye aliyekî, hemî hêza birêvebirinê di destê xwe de dicivîne û parlamento û medya, raya giştî dikare hesab jê bipirse. Ev mizakere bi vî an wî awayî îdî derdikevin raya giştî, di medyayê de tên minaqeşekirin, herkes gav bi gav bi eşkereyî dikarin daxwazên xwe derbirin.
Pişt re tê fahmkirin ku di encama mizakereyan de derxistina Öcalan a ji Îmraliyê û ”Hevsa Malê” jî tê de li ser gelek pirsan hatibû lihevkirin. Sê protokol hatine qebûlkirin. Bi desthilat û mixalefeta xwe siyaseta Tirkiyeyê îlan kiriye ku ê destûreka (makeqanûneka) nuh bê qebûlkirin. Di vî warî de diyar e Öcalan û heyetê lihev kirye ku BDP roleka gelek aktîf bilîze û hin daxwazên kurdan qebûl bibin. Hukumetê (her çendîn berî hilbijaritnê Erdogan gotiye ”pirsa kurdan nemaye” jî) cara pêşîn di tarîxa Tirkiyeyê de ”pirsa kurd” resmî û eşkere xistiye programa xwe. Hukumet bi israr diyar dike ku ê ”vebûn” berdewam be.
Di ser de mucadeleyeka dijwar di navbera wesayetgêrriya eskerî-burokratîk û hukumeta sivîl de ku pirseka esasî ya demokrasîyê ye berdewam e, hukumet gav bi gav destihlata eskeran dişkîne, darbexwaz û ergenekonî, bi dehan generalên wan dikevin hebsan, tên berdadkirin, lazim e di vî warî de pirştgiriya hukumeta sivîl bê kirin.
Yanî ji bo ku PKK ne bi şerê çekdarî lê bi hêza xwe ya 36 parlamenteran, 100 belediyan, bi sedan komele û rêxistinên civakî, bi medyayeka xurt, bi destekeka mezin a ji tirkan û li derveyî welêt jî peydabûyî, bi metodên bêîtaetiya sivîl, diyalog û mizakereyan têkoşînê gurr bike her îmkan û derfet hene, tevî wê jî PKK bi israr şerê çekdarî gurr dike, dixwaze bi şerekî xwînawî qiyamet rabe, ewrê kaos û tozûdûmanê herderê dapûşe.
PKK çiqas bêje ku wê dest bi şer nekiriye jî ew nikare kurdan bi xwe jî qan’i bike: Gava yekalî be jî bêpevçûnî û agirbest îlankirî be, serokê KCK-ê Murat Karayilan bi her wesîleyê bêje şerê me yê çekdarîyê yê nuha ê ne ji bo êrîşê lê ji bo xweparatinê be, gava serokê PKK-ê Öcalan bêje bira gerîlla şer nekin tenê gava operasyon hat ser wan xwe biparêzin û gava wî îlana dawîhatina qonaxa şerî kiribe, PKK çawa dikare bêje ku revandina eskerên bêçek di sefereka bi otomobîlên sivîl de, kuştina du eskeran (eger îstîxbarçî jî bin) li Geverê di orta sûkê de, kuştina sê eskeran li Mêrdînê ku ji vexwendineka xwarinê a êvarê vedigerin û tayina wan derketiye, piştî hefteyekê ê biçin alî tirkanji mecbûrî ye?
Gumanek ciddî ketiye ser van çalakiyan. Gumaneka mezin a kurdan bi xwe jî, heta ya Abdullah Öcalan û Karayilan li ser kuştina 13 eskeran li Farqînê heye. Meriv dibêje qey destên dewleta kûr ên nav dewleta tirk û nav PKK-ê lihevkir, yekê ji yekê re got tu eskeran birevîne, em ê tabûrên esker derxin pey we, em ê wan bînin, biwestînin, li devereka lêhatî li ber we têxin kemînê hûn jî wan bikujin. Ew qas ev kuştin ne lirê û nepayî ye ku meriv dikare ew qas ecêb bifikire. Kuştina 12 eskeran di navbera Hekkarî û Çelê de nedihat payîn û nayê fahmkirin; meriv dibêje qey ji bo ku orduya tirk opersyonên xwînawî yên van rojan destpêbike ew çalakî hat kirin. Di wê derecê de nepayî ku Selahattin Demirtaş dibêje ”PKK şaş dike’. Diyar e,diyar e; ev şer ne ji biryara serokê PKK-ê Öcalan, ne ji biryar û taktîkên eşkerekirî yên organên KCK-ê û PKK-ê, ne jî ji taswîbên BDP-ê tê, nexwe şer’iyeta xwe jî ji van deran nastîne.
Helbat bi van hemû gumanan nayê wê maneyê ku operasyonên roduyê ên hewayî û bejayî heq in, şer’î ne yan ê encaman bidin. Na ew ne şer’î ne, 30 sal in nîşan didin ku ê nikaribin tu encamê jî bistînin. Dewlet hemû 5 hezar gerîllayên PKK-ê bikuje jî ê 50 hezarên din derkevin çiyan. Ew bi kêmasî di dilê 2-3 milyon kurdên ku dengên xwe dane BDP-ê de ne. Her ku balafir û topên tirkan diçin ser wan bi milyonan kurdên din wan dihebînin, dixin dilên xwe. Dewlet bi balafiran û tank û topan wan nikare ji dilê kurdan derxe. Lazim e dewlet û hukumet dev ji çivan berde, bi samîmiyet pirsa kurd çareser bike û bi awayekî riya lihevkirinê bi PKK-ê re bibîne, berê çekên dewletê; ên esker û polîsan ji kurdan bide aliyekî û PKK jî çekan deyne bê bibe partiyeka siyasî ya nav civakê. Ji xwe têkoşîna ji bo mafên yeksanî û azadiyê ê her berdewam be!
Lê PKK jî divê dev ji wan şerên ku dijayetî û gumanê dixe ser biryarên wê yên stratejîk û mizakere û lihevkirinên li gel organên wê yên berpirsiyar, yên li gel serokê wê, xebat û têkoşîna BDP-ê, ya KCD-ê, bi sedan rêxistin û komeleyan berde.
Divê PKK dev ji wan şeran berde ku gumana samîmîbûna wê dixe serê kurdan. Tirk bi êrîşan nikarin PKK-ê ji dilê xelkê derxin, lê PKK bi çalakî û karên xwe yên wek ên vê dawiyê gumanhilgir dikare xwe ji dilê kurdan derxe û gumaneka mezin bîne ser xwe. Gumanên ku gelo destekî PKK-ê bi ergenekonî û eskerên wesayetgêrr re ye, ya ku gelo destekî wê bi Îranê an Sûriyeyê re ye û hin tişt ji bo berjeweniyên wan, an bi zixtên wan tên kirin, gelek ciddî û giran in. Di dewreka wek a îro ya global û şefaf de PKK hetaheta nikare gumaneka wiha hilgire.
Divê ew zû li xwe varqile, bi ser hişê xwe ve bê, yan na îro ê bibe mîlladek ku ji bal kurdan jî bê gotin ”PKK-ê biheq û meşrûiyet dest bi şerê çekdarî kir, lê îdî neheq û neşer’î vî şerî didomîne.”