Zimanê şerî, roj bi roj bayê xwe zêde dike…
Mirina xortên 20 salî wekî mirina mirovahiyê nayê dîtin….
Li herderî bêhna xwînê diweşe...
Dengê aştîxwazan di bin bêhna xwînê de di fetise….
…………………
Her kes dibêje bila şer bisekine. Lê belê tu kes ji bo aştiyê kevirekî nadanite ser kevirekî. Roj nîne ko agirê mirinê nekeve nav malekê. Li her derê şînî û êşek kûr. Gelek malbatên miriyan dibêjin: “canê zarokên min ê din jî bila gorî/fîda be. Ji ber ko ew pakrewanin/şehidin(?)” (‘Eceb dilê wan jî bi vê gotina wan dilxweş e…?) Piştre çend karbidest dibêjin: “Emê tola xwe qat qat bistînin.” Bi van gotinan jî eniya şerxwazan bi hezaran mirovan dixin pişt xwe û dengê hêza xwe geş dikin.
Tu kes van pirsan ji xwe naket: Ka ev şere ji ber çi derketiye û ji ber çi hêj didome, gelo em li hemberî kî şer dikin……….?
………………………………
Karê xirab kirinê ji ava kirinê hêsantire. Ez bivirekî bidim destî zarokekî 7 salî ji dikare maseyekê bişkêne. Lê belê çêkirina maseyekê hostayekî dixwaze. Rasti ji karê aştixwazan gelek bi zehmet e. Ji ber ko seranserî muxatebê wan mirov in. Hest û ramanên mirovan jî ew qas hêsan nayê guherîn. Dibe ko gelek kes aştiyê bi çavên xwe nebînin û di rêya aştiyê de jî canê xwe gorî bikin.(Ez bawerim ko mirina piroz jî ya wê rêyê ye.) Lê belê bê êş û jan jî xweşî xweş xweş nayê.
Li ser rûyê ‘erdî hejmara qencîkaran ji hejmara xirabkaran zêdetire. Mixabin bayê xirabiyê ji bayê qenciyê bihêztir e. Ji ber ko mirovên xirabkar ji bo berjewendiyên xwe bi hev re kar dikin. Lê belê mirovên qencîkar perçe perçe ne. Ji vê rêya pîroz de gelekî ji hev dûrin.
Karê aştîxwazan karek pîroz e. Ji bo encamek baş hewceye dengê aştîxwazan bibe yek û mirovên aştîxwaz bi dilekî wêrek karê xwe bidomînin. Li vê rêya pîroz de gotina İsmet İnönü bo xwe bikin pend/şîret: “Li ser cîhanê mirovên xudan namûs jî hewceye qasî mirovên bênamûs wêrek bin.”