Ji ber kû nav PKK-ê da bazên iflah nabin hene hûn nikarin dest ji îradeya sîyasî berdin. Çareseriya ku PKK têde nebe, çek nayêne bêdeng kirin.
Malpera BBC yê servîsa Tirkî da nivîsa bi sernameya “Ji Dîyarbekirê Rojeva Tirkîyê Nêrîn” , îmzeya Kumru Başer hatî weşandin feyde lê heye herkes bixwune. Çavderiyên rojnamavanek Tirk, li Londrayê dijît, prensîbên meslekê di BBC-yê da wergirtî.
Ev beşa nivîse rûmete bi taybetî li ser bisekinin.
“Başe zêdebûna lêkdanan û lêbelavbûna wan di bajaran da , zêdebûna mirinan tê çi wateyê? Ber bi kû diçin?
Eve tê wateya hedî herkesi ji çareseriyê heviya xwe birîye û wek mînak tê wateya “vegerîna salên 90-a” , yan bahoza berî bêdengîyî tê jîyan?
Li Dîyarbekirê ramana duyemîn giran cih digire. Herkesê min gel xeber dayî bêistîsna difikirin ku bahozek berî çareseriyê tê jîyan.
Ji bo pirsa; “ma na be Hikumetê bo çareseriyek bê PKK biryar hilgirti be, wek îfadeyên hinde nivîskarên nezîkî Hikumetê”, dermanfiroşekî navsale weha bersiv da:
Hûn nikarin ji Enqerê binerin û vê derê têbigehin, Salên 90-a we dikarî PKK û gel ji hev biketînin, gel piştgiriya lojîstîk di da, sempatî jî hebû lê PKK bi xwe nebû. Navberê da 30 hezar mirî derbasbûn. Ev 30 hezar mirî ji 10 wilayeta derket. Ka bi hesibînin, cinazeyê herkesî heye. Hêdî PKK û gelê heremê ji hev ketandin ne mimkune.
Mesele eve ye. Bi mehane tişta ku em dixebitîn bidene têgehiştin jî eveye. Derdora me ya meslekî û pola sîyasetê ya li Enqerê heta ke der û dorên hikumetê her dem dikevine evê “xeletiya optîk”. Anku rewşa, bi vî avayî bûna meselê nedîtin.
Biryardarê li Enqerê û di seri da Stenbol, piraniya “êla serekeyên akilmenda”, hizir dikin PKK ji çend kesên ji İmrali û Qendîlê pêk tê û rexistinek terorîye ya hinde xortên “hatine xapandin” existîne pey xwe.
Wextê nêrîn weha be hizir dikin girêdana navbera rexistinê û “birayên me Kurd” yên li heremê bête birîn, yek - du pêngavên demokratîkbûne û reforman, dê vîrajê derbasbin.
Wesa nîne. Ji salên 90-î heta nehe “30 hezar mirîyên navberê derbasbûyî”, deh bajarên mirî jê derketî, di vê navberê da bi hezeran girtî, ya herî kêm hêj emrê xwe yê biçûk binçavkirina bi deh hezeran zaroka ve “halek ruhî” çêbûye. Heke hûn li ser navê PKK-ê dijî evi “halê ruhî” şer biken nikarin ji nav derkevin, bi xwe nayê derketin jî.
Polîtîkaya heyî, kêr karê kî têt?
Ji ber hindê çi biken bila biken, hûn mecbûrin “demsala tunditiyê” ji holê rakin, ewrên “nêvenga tunditiyê” mezin dikin belav biken.
Dêbêjin ku “PKK serî li tundiitiyê di xwe.” Raste. Bi xwe PKK wekî rexistinek tunditiyê dike wesaîtê sîyasetê derket meydanê. 27 sala jî şer dike. Hejmara kesên çek hildaye destê xwe di borîna dem da gele zêde bû. Qet ne kete bin hejmara salên 1990-a. Wê gave ji texmînan zêdetir dildarên xortên Kurd yên hemwelatîyên Komara Tirkîyê hene çek hilgirine destê xwe.
Lê aliyekî jî hevdîtin bi PKK re hatin kirin ji bo ku çekên di dest da danîtin. Banda MİT-PKK yê tiştê balkêş ne hevdîtine, naveroka hevdîtinêye. Di wê hevdîtinê da ji texmînen gele kesa wêdatir çûyîne. Serda jî ev hevdîtine piştî Xabura 2009-an pêk hatîye ku li gor gele çavdêra pêvajoya çareserîyê ser û bin bûyî, alîyê çepê ve pêşveçûyî û ji ber hindê jî mîlat dihate qebûl kirine.
Li berî wê hevdîtinê gele hevdîtin hebûne her weha em dizanin ji hevdîtinen berê kûrtir û ji hejmara wan jî zêdetir hevdîtin piştî wê, hema hema du – sê meh berî neha jî çêbûne.
Dîmena piştî vebirîna hevdîtina jî holêye: Wêneya bi xwîn ya îro em hatînê.
Ji va hemûya dersa emê derxin çîye?
Du xetên di PKK-da
Di nav PKK-da –wekî raya giştî ya Tirkîyê- hebûna du xetan. Yek alîyê bi rîya muzakereyan çareserî geryanêyê, yê din bi rîya ku dibêjin “şerê şoreşgerî yê gel” û ihtîmalek mezin bi hinde dewletên heremê tekilîyê ve li Tirkîyê nêvenga terorî zêdekirinê alîgire.
Di vê hûn çibikin?
Hûn mecbûrin xeta yekemîn bi hêz bixin, ya duduyan jî zeîf bixin.
Dema we hevdîtin birîn hûn can didine ya duduyan. Hûn bi rîya, tekiliya Abdullah Öcalan û ya dinyaya derve birîne xeta duyemîn di nav kadroyên rexistinêda bi hêz dixin.
Hûnê bikarin PKK-ê xilas bikin?
Di vê hûn her dem evê pirsê jî bipirsin:
PKK-e bi metodên leşkerî xilas kirin, mexlûbîyetek teqez seri anîn mimkune yan ne? Wextê hewe bersiva “erê” da hûn dê deriyê Îsraîlê ji bo Herona, yê NYE-ye jî bo teyarayên Predator lêxin. Hûn dê ji perwerdeyiya hêzên taybet yên sînor û bicihkirina wan ya sînor, ji bombebaran kirina Qendîlê ya hero ji Dîyarbekirê balafir rakirinê, di sînorê Tirkîye-Îraqê her seet gulleyên topan barandinê, wan “10 wilayetan” her hefteyê pelên nû yên girtinê hêvî ditîne ra mecbûr bimînin.
Eve jî tam ew tişte yê kesên “şerê şoreşgerî yê gel” dizwazin.
Hûn dikarin wendabûyînên mezin bidene wan. Lê belê hûnê xeta aliyê “çareseriya bi muzakerayan” digire jî biêxine qomayê. Bi taybetî jî “halê ruhî yê PKK-yî” ji holê narabe.
Ji bo BDP-yê jî çi riyek nehalêyî dibin.
Halbûkî BDP bi îradeya nezîkî 3 mîlyon hilbijêran; ji bo ku dengê heremê, daxwaziyên wa, pêşniyariyên çareseriyê ji bo pirsgirekê - hûn çikas hej van neken jî- bi Enqerê bi de bihîstin hate hilbijartin.
“Çiya” wek şervan hewceyî bi wan tune. Ji bo zimanê “dervey şer” pêşvebirinê û ji bo ser şîpa “xeta yekemîn” ya di nav PKK-ê da; li Enqereyê xeberdanê, hemû Tirkîye hewceyî wan e.
Sê xisûsên di vê desthilatdarî bi cih bîne evene:
1.Tecrîda li ser Abdullah Öcalan rakirin
2.Muzakere zindî kirin
3.Sehneyekê bo BDP-ê ku bikare rol hilde, vekin
Ji bo PKK dîsa ber bi bêçalaktiyê birinê, destê wan ji tetika keşanê, sekinandinê xwînê û encamêda alîgirên “şerê şoreşgerî yê gel” zeîf kirinê hewceye ev tişte bêne kirin.
Wekî bi mela hêrs bûnê rojî nayête xirab kirin, ji ber hebûna "bazên" iflah nabin yên çavê wan ji bilî bi çekan mucadele kirinê tiştekî nabîne hûn nikarin îradeya sîyasî berdin. “Çareseriya bê PKK” çek bêdeng nabin.
Di vê herkes evê rastîyê hezm bike hûndirê xwe. Sedema wê, beşa seri ya di nivîsêdaye.
Û, ji ber va hemû sedeman jî di vê BDP îro biryara vegerîna TBMM-ê hilgire.
Werger : UFKUMUZ.NET