Min paşê dît, gele gele paşê min dît! Ez behsa fîlmê “min dît” yê Miraz Bezar dikem. Çend keyfa min diêt wextê ez dibînim, biçûkên Kurda, biçukên Amedê Kurdî, bi azmanê dayika xwe diaxivin. Fîlmê “min dît” zêdetir li ser biçûkên Kurda ye wekî di dumahîka fîlmi da diête gotin li ser biçûk ên Amedê ye. Piştî derkeftina fîlmi 2 sal serda çon, paşê min keys dît fîlmi temaşa bikem. Di nav fîlmên Kurda da, bi dîtina min, “min dît” cihekî muhim, cihekî girîng digirît. Hewceye binê wê bête xîçkirin ku fîlm li kolanên Amedê hatiye zivirandin û axaftinên nav kesên lehengên fîlmi Kurdî (kurmancî) diaxivin. Fîlm li ser biçûkên / zarokên Kurda ye û hima bêje ji seri heta bini fîlm bi Kurdî ye.
Sahneyên fîlmi ji seri heta bini wê li navenda Amedê hatine kêşandin. Serpêhatiya fîlmi gelek ya dilsoje, dramatîk e. Gulistan û Ferat, dê û bab , şevê ji dahwetê dizivirin . Jîtem bi heceta ehliyetê babê rojnameger disekinîne û li pêş çavên biçûkan daybabên biçûkan înfaz diken û diçin. Biçukê sava di nav destê Gulistan û Firat da ji ber nezanî, bêkesî û xîzaniyê di çend roja da dimirît. Biçûk bê xwûdan dimînin, neşên kirya malê biden. Hemi tiştên malê difiroşin. Dûmahîkê dikevine kolanên Amedê. Fîlm bi vî awayî dewam diket.
Ev fîlme mirovi dibete salên 90-dan. Ew salên ku Kurd di nava kolanan da şibya heywanan dihatine serjêkirin diînîte bîra me. Ew salên ku em biçûk û me her roj digot ka babê me dê kengî ête kuştinê. Ew salên ku sera qesekê hemi tiştê malxirab dihate serê me. Da û baban digotine me: kurê mi, ji ber nezanîna tirkî gelek tişt hatine serê me. Bila ew xirabî neête serê hewe, ji ber hindê emanetê hewe Tirkî. Tirkî bizanin. Wi wexti zanîna tirkî ji rexê gelek malan ve serbilindiyek bû. Vêca evroke êdî gelek malbab dibêjine biçûkên xwe: Kurdî biaxivin li her cihi, Kurdî bizanin. Vêca wekî mi Kurdîya biçukên Amedê dîti keyfa min hat. Ez dizanim ku gelek biçûkên Amedê, sed mixabin, Kurdî (Kurmancî an Kirdkî / Zazakî) nizanin, yên dizanin jî na axivin. Eve rastiya me Kurda ye. Tinê ne li Amedê, belkû li gundên Kurdan jî êdî Kurd, biçûkên Kurda Kurdî na axivin, an kêm diaxivin. Dîsa jî gava mi dîti kû ev biçûke bi azmanê dayika xwe diaxivin dilê min xweş bû, heke direw jî bît.
Hinde caran bêhna mirov çik dibît, hikmê mirov li hinde tişta naçît. Wi demi mirov bê çare çavên xwe dimiqît. Mirov nevêt wa rastiyên ku birînê diperixînît bibînît. Wêca mirov xwe dixapînît û heke hinde tiştên baş direw jî bin xwe bi wan ve mijûl diket, bi dîtina wan dilşad dibît. Ez jî nihe we dikem. Me Kurda neşiya em bo biçûkên xwe dibîstanên xwe ava biken. Ji me nehat. Biçûkên me li ber destê hişmendiya neyari mezin bûn, bi azmanê wan axiftin û bi azmanê wan girîn. Gelek caran ji bab û kalên xwe aciz bûn, ji wan şerm kirin, hindek ji wan jî bûne mankurg û dest avête kuştina bab û kalan. Biçûkên me neyari mezin kiri bûn. Da çawa azmanê dayikê zanin. Da çawa êşa sed salan di leş ê xwe da, di dilê xwe da hîs ken?
Ez nabêjim Kurd rabûne ser piya, nabêjim roj roja Kurda ye. Ez dê xwe li binê behra xemgîniyê dem. Her roj bi milyonan biçûkên Kurda xwe gohrî hebûna tirkan, ereban, farisan diken, her roj Kurd xwe bi azmanê biyanî înkar diken. dumahîka vi halê malkambax dê kengî êt? Ne ez û ne jî çi kes nizanît. Em di nav vê zilmê da, di nav vê tepeseriyê da rizîn, dilê me genî bû, hîvîyên me pûç bun. Mîratê bab û kalan hêlayî tinê xweliseriye, bindestiye, tepeseriye, ji bilî vê tiştek bo me nemaye.
Em zivirine ser fîlmi. Gulistan û Firat xweş leyîztine. Ez mereq dikem: gelo Gulistan û Firat di jiyana xwe da jî hinde Kurdî (Kurmancî) diaxivin? Cihgirtina gotina strana Homerosê Kurdan Şiwan Perwer jî rastî di cih da bû.
Li gel tirajediya biçûkên kolanan, tirajediya jinên Kurda jî cihekî muhîm girtiye. Kurdên kû di gundê xwe da kedxuda, mêhvanperwer li bajaran bêkes, xîzan dimînin. Gelek kesên ku di gundê xwe da axa, kedxuda, xêrxwaz li metropolan gelek caran şîva şevê, wa lê buye hizret. Ew mirovên ku ji kedxudatiyê keftine kirasê xîzaniyê dê çi biken gelo, halê wa dê çi bît? Dê kevine şohlên rûreşiyê, xirabiyê. Babê ku li gundi nediviya kiça wi derkevîte ji derve, di kevîte di halekî we da, dibîte hewcedarê destê kiça xwe, jina xwe. Jina wi, xwîşka wi, kiça wi dikevîte kolana ku şohlekê bi dest bêxît. Ez nabêjim şohilkirina jinê şerm e, bila şohil neket, an bila di mala xwe da rûnît. Heke hewce hebît û li gor fitratê jinê bît, ma bo çi şohil neket. Bila şohil biket. Heke dayikên me dabane xwandin ji xwe em nihe di vi hali da nedibûn. Êşa me,bindestiya me ji di serida ji nexwandina dayikên me ye. Belê ev rewşa ku di civata Kurda da ne rewşeke normale. Hindî ku ji destê zalami bêt ma bo çi jin kevîte kolanan û li cihê zalaman şohil biket? Civata me Kurdan ji hemi rexan ve tirajediyên mezin dîtin. Nihe jî ev trajediye dewam diket. Ev nifşe jî dê vê êşê kêşît. Hinde jin ji ber vê bêçaretiya xîzaniyê keftine riyên kirêt, riyên rûreşiyê. Ez bawer nakem çi jin bi keyfa dilê xwe kevine riyên xirab. Ji xwe mirov bo Kurda û jinên Kurda çi cara neşêt bêjît. Kurd bo namûsa xwe gelek dikeftine. Milletekî hinde di ber namûsa xwe da dikevît roj têt, welê têt, hinde jinên wa dikevine riyên xirab. Xuda yê min, eve çi halekî xirabe, nexweşe.
Li vêrê hewceye em pirseke dî jî biken: gelo heke Kurd dewlet ban, heqên xwe wergirtiban, hinde jinên Kurdan da dîsa kevine riyên xirab? Mixabin em neşên bêjin heke Kurdan heqê xwe wergirti ban jin nedikeftine riyên xirab. Erê sedema keftina hinde jinên Kurd sohtina gunda ye belê li hemi derên Cîhanê jin di kevine riyên xirab. Hita ku ew milletên ku em dibêjin, demokratin, azadin, jinên wan dikevine riyên xirab. Hita ev tişte bi şiklekî xirab nayêne dîtin. Dîsa ez dişêm bêjim ku milletê di dinyayê da di vê meselê da milletekî hesas û hişyar jî Kurdin, an ku em in. Belê Kurd jî ne Kurdên berê ne. Dinya wa bûye gundekî biçûk. Şelê ku tolazê emrîkayî dikete ber xwe Kurd jî dikete ber xwe. Fîlmê li gor jiyana ewropa, emrîka hatiye çêkirin ji rexê Kurda ve bi hejêkirin tête temaşa kirin. Anku keftina hinde jinên Kurd ya riya xirab tinê ne sera van mesela ye, belê eve jî sedemeke muhîme. Di vi fîlmi da jineke bi navê Dîlan ve cih digrît. Ji ber xîzaniyê dikevîte vê riyê. Dibête malbaba xwe jî ez diçime mala paqijiyê.
Min filîmê “min dît” i ji seri hita bini bi hişyarî û mereqê temaşe kir. Ez derhêner Miraz Bezar û koma wi pîroz dikem. Karekî pîroz kiriye. Şibya hinde kesan, derhênêran li ser navê Kurda belê bi azmanê Tirkî nani naxwet. Dibêjît ez Kurd im û fîlmê xwe jî Kurdî dizivirînît. Rêzdar Bezar bo gelê xwe yê Kurd û derhênerên Kurd dibîte serkêşek, rêberek. Em li benda wan tirajediyane ku hita nihe ne hatine gotin, nivîsîn û halê bûn. Huner ji bo ku em êşa dilê xwe der biken hecetek gelek başe. Bi hunerê ve tinê em xwe nas naken, dinya dê me nas ket û dê ne'letê li neyarê xwînxwar barînît şibya Hîtler, Sedam û yên dî. Huner bo me fersendeke gelek başe. Civata me dê bi hunerê ve xwe ji nû ve ji bin vê belengaziyê derêxît. Rêzdar Bezar bi qemera xwe ve ev şohle kiriye. Rastî ev şohlê wi yê serkefti em hîvîdar kirin.
Ma vêca em ji behrên xemgîniyê dernekevin, ji bo van şohlên serkeftî!