Rojek ji rojan bû.Wekî her dem tav dibiriqî ser payîtextê tav û dîrokê.Bajarê birûmet pişta xwe dabû Çiyayê Erek’ê, bi xem û kul Çîyayê Sîpanê mêze dikir.Bi gola şîn,çîyayê sipî,tava zer ve, dişibîya bûkek xemilandî ya wekî bûka baranê. Dixwast bigirî û dert û kulên dilê xwe,bi hêstirên çavan pavêje derve.Bi vî awayî dilê wî şewitî û çavên wî wekî kanîya sipî ya Şax’ê hêstir barandin.Hey hawar! tu negrî gûla min,tu negrî dilê min,tu negrî mala min.Bila ez bişewitim ji bo xem û kederên te.Ax,ey Wan’a min, te jan berda kezeba min.Reş û tarî bû jîyana min.Bo te digirîm,bo te dişewitim, bo te xemgînîm.
Wextê çîyayên te hejîyan,deşt û dol;evraz û nizarên te derizîn ,xan û manên te xirabûn dilê dostan şikest,dilê neyaran şa bû.
Wextê kal û pîr,bav û dê,keç û xort, zarok û bitik, bûk û zavayên nû, bê can di bin xirbeyan de derketin…Di bin betonan de man…
Ax li wê gavê,dilê me wek Gola Wan’ê coşîya,wek sûlava Bêgirîyê qêrîya,wek germika Hesen Ewdalê kelîya, wek Çemê Zilan xwîn herikand.
Ax li wê gavê, dilê me wek Sîyabend û Xecê , di serê Çîyayê Sîpanê Xelatê de , di nav mij û moranê de ma.
Ax li wê gave,dilê me wek Emrahê Erdîşî,di şikefta çîyayê Agirî de, di bin destê zordestan de hêsîr ma.
Ax li wê gavê,dilê me wek Seîdê Kurdî,di şikefta Çîyayê Erekê de tinê serê xwe, bê haval û bê hogir ma.
Ax li wê gavê,dilê me, wek ava fariq’ê tahl, wek kelha Wan’ê bê deng,wek coha Şamran’ê di nav derd û kederan de ma.
Ax li wê gavê,dilê me , wek Horhor’a Nursî bi coş û xem,wek ava Zernebad’ê sar û tezî bû.
Ax li wê gavê,dilê me,wek Çîyayê Başîd’ê, di meha Cotmeh’ê de,di bin sir û seqem; bager û bahozê de ma.
Ax li wê gavê,agir kete mala me.Li her derê hawar, girîn û qêrîn.Li her derê,hêstir li ser hinarikên keç û bûkan diherikîn wekî çeman.Li her derê jan û xem û keder.Li her derê reben û jar û belengaz.Li her derê sêwî û bêkes û berdîwar.Herkesê bi dengê bilind, ji kezebê dikir qêr û hawar…Ax hawar vax hawar…
Dîya Ûnis dikir qêr û hawar;
Ûnis’ê min,delalîyê min,ez kurbana teme,
Ez kurbana defter û kelemên teme,
Ya hatî serê dîya te,
Nehatîye serê gûrê çîya
Ûniso,bê mirazo,
Lawo,lawo,lawo…
Xwîşka Hisên ji kezebê dikalîya…
Birayê min,kezeba min,
Ez birîndarê meha cotmehê,
Qijik û pepûka Çîyayê Mayê
Rebena Xortê delalim.
Ax bira vax bira…
Eyşanê bikelogirî digot,
Egito,egîtê mala min,
Mêrxasê ber dilê min,
Ka serê xwe rake,kîdera te dêşe
Delalîya te kurbana tebe.
Ax! ez por kurê,
Rebenê,jarê,êxsîrê…
Izeddinê kal ji kezebê digot;
Dişewitim,diqehirim,
Lavê min,bûka min,
Nevîyên min,kêçên min,
Jina min,evîna min,
Hun rabin, ez bimirim,
Wî kalî,ez rebenim.
Fikret Wanî’yê çend sale di xerîb û xerîbistanîyê de, ji bo wê rewşa xirab dibêje;
Wan’a min, dila min,cana min,
Ji bo te dinalim,her dem dikalim,
Barê te girane,dilê min wêran,
Ax hawar,vax hawar welatê min.
Wek Ferhad Şirîna min,
Ji bo te dibêjim,delala min,
Gula min,beybûna min,
Ax hawar,vax hawar welatê min.
Wek Mecnûn Leyla’ya min,
Ji bo te digirîm û dinalim,
Îro li çolan û derbiderim,
Ax hawar,vax hawar welatê min.
Wek Kerem Aslı’ya min,
Neçîrvanim, xezala min,
Dol û newal te digerim,
Ax hawar,vax hawar welatê min.
Wek Xanî dil birînim,
Kelemên çavê dijminim,
Beko awan re Mem û Zîn’im
Ax hawar,vax hawar welatê min.
Wek Feqî, ji dil dibêjim,
Ey dîlberê,way dîlberê,
Ji bo te dîn û evîndarim,
Ax hawar,vax hawar welatê min.
Wek Cigerxwîn,qêr dikim,
Ey felek,bo te dinalim,
Ew çima nergiz çilmisîn,
Ax hawar,vax hawar welatê min.
Wek Cizîrî, hêstir dibarînim,
Tu yî can û xwîn û evîna min,
Jîyan û ronahîya çavê min,
Ax hawar,vax hawar welatê min.
Wek Wanî,herdem hêwîdarim,
Benda rojên dilgeş û bextewarim,
Bawermendê Rebbê Rehmanim,
Ax hawar,vax hawar welatê min.