|
Hewce nake ko em pir paşve biçin. Em neçin dema kuştina Ceylan an jî Kaymaz an î kuştinên salên 1990-an. Di wan deman de bi hezaran mînakên wek bûyera Robozkê hene. Hêj me ji bîr nekirî, em biçin hefteke berê. Hefteyekê berê li Nisêbîna Mêrdînê hêzên ewlehiyê du tesîsatkar bi xeletî kuştin.
Ez meraq dikim, gelo berpirsiyarê kuştina tesîsatkarên Nisêbînê hatin dîtin? Di heqê wan de lêpirsînê destpê kir? Fermandar ji wezîfeyê hatin dûr xistin? Çend kes ketin girtîgehê?
Heke berpirsiyarê Mêrdînê ceza girtibûya, bûyer nehatibûya veşartin, hikûmet li ser wê bûyerê bisekinîba, hûn bawer dikin ko dê li Robozkê ya Şirnexê 35 gundî bihatina kuştin?
Ez jî qaçaxçî me!
Ez xeberdana di heqê kuştina 35 gûndiyên Robozkê di malperên înternetê de dişopînim. Kesên bêînsaf û bêwijdan ko şîroveyên wekî “ew 35 kes ne mehsûm in, ew qaçaxçî ne, çima qaçaxçîtîyê dikin” dinivsînin hene.
Qaçaxçî dizîyê nakin. Bi pereyên xwe bazirganîyê dikin. Ji Iraqê mal tînin û li herêmê difiroşin. Ji seba ko di gumrikê de derbas nabin baca (vergî) van malan nadin, ev mal wek qaçaxî tê ditin û dibe qaçaxî.
Gelo ma tenê ew bacê nadin?
Tenê ji bo wan sûc e?
Îro ji bo taştê min ji beqal nan, penîr, şekir û şîr kirî, beqal fîşa min neda, ji seba ko fîşa min neda ew mal weke nefirotibe hat hesab kirin û baca wan tiştên ko min kirî nehat hesab kirin. Baca wan nehat birîn. Yanê beqal qaçaxçîtî kir ez jî bûm sedem.
Ez bidomînim, di rojekê de em çend kes çiqasê qaçaxçîtîyê dikin?
Paşê min ji bufeyê rojname kirî, bufeyê jî fîş an fatûreya min neda. Piştî nîvroyê ez derketim derve, min li resturantekê firavîn xwar. Resturantê jî fîşa min neda.
Ji seba ko zivistan hat hewa sar e, min ji xwe re cil û bergên zivistanê kirîn, maxazeyê jî fîş neda, min jî nexwest.
Bi vî şiklî hesab bikin ka di rojekê de hûn çiqasê bi bûyerên qaçaxçitiyê ve rûbirû dimînin.
Gelo heta îro çend kes ji bo ko bac nedane hatine kuştin?
Him bazirganiya di nav sînorên ko bê hemdê me hatine diyar kirin û malbatên me perçe kirine çawa dibe qaçaxçîtî? Ez wê yekê jî fêm nakim.
Bêdengiya medyayê
Medyayê îmtîhana qetlîama Robozkê winda kir. Ev helwesta medyayê bi rastî ji bo me ne sûrprîz bû. Xeynî çend rojnamevan û nivîskarên xwedî wijdan, kengê medyayê di heqê pirsgirêka kurdan û zilma ko li ser kurdan têt kirin weşaneke objektîf kirine?
Yazde seet di ser bûyerê re derbas bû û tu qenelên televizyonan, qenalên xeberan qala bûyerê nekirin. Piştî daxwiyaniya TSK-yê xeber weşandin ew jî li gor çarçoveya ko serokerkanîyê diyar kirî bû.
Qenalên xeberan di bernameyên xeber an niqaşê de tu cîh nedan vê bûyerê.
Êrîşa Oremar, Xantepe an Farqînê hat bîra min. Medyayê heta êvarê bi weşana zindî gel tahrîk kir. Hikûmet bi lez civiya. Ji asta bilind daxwiyaniyên tolhildanê hatin. Gotin ew dê hesabê vê bipirsin.
Lê belê li Robozkê 35 kes bi şiklek hovane can dan, ji medya û hikûmetê hes tûnebû. Tu kes nabêje ko lêpirsîn dê destpê bike, berpirsiyar dê hesap bidin.
Çi medya hikûmetê, çi medya mixalif, tu kes qasî ko hawce dike li ser vê qetlîamê nesekinî. Midaxeleya qenala CNN-Tirkê we jî bihist ko rêvibiriya qenalê çawa midaxele kir.
***
Hikûmet û TSK-yê daxwiyanî dan ko ev qetlîam bi xeletî pêk hatiye.
Ma heke bi xeletî be ne hewce ye ko hûn cezayî bidin berpirsiyaran? Gelo heke ez bi xeletî kesekî bikujim ezê ceza negirim?
Kesên ko di demên berê de kurd bombebaran û gulebaran kirin wekî qehremanan hatin îlan kirin. Navên wan dan balafirgehan, baregehan û kolanan.
Heke hikûmet vê qetlîamê ronî neke, berpirsiyar ceza nexwin, sibê yan disbê emê navê berpirsiyarên Robozkê jî li ser balfirgehekî bibînin.
Na!
Ew rojên ko kurd bêxwedî û bêkes hatin kuştin, hatin qirkirin êdî li paş man.
Her çiqas medya tirk paşçav jî bike û veşêre jî kurd êdî xwedî li mirîyên xwe derdikevin. Kurd ne bêxwedî ne.
Heta ko Sabiha Gokçeyên îro dernekevin ber destê mehkemeyan, cezayê ko heq dikin negirin kurd dê dest ji teqîbkirina vê bûyerê bernedin.
|