Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
.: Yazarlar :.

Xatemul Enbîya

Fikri AMEDİ - 04/02/2012 - 11:01

Xatemûl Enbîya 

 

 (Ya Muhemmed!) Me tu ji hemû aleman re bi rehmetî şandî. (Enbîya; 107)

Pêxemberê ku ji bona xelasîya mirovatîyê hatiye şandin û dûmahîkê pêxemberane û pêxemberî herî mezine pêxemberê me H.z Muhammed (s.a.s) e. Di sala 571’ de ji mehên qemerî, 12 meha Rebî-ul ewel welidîye.  Li gorî mîladî ji, rastî bîstê meha Nîsanê sala 571’ ê tê. Ji vê şeva pîroz re şeva mewludê tê gotin.

 

Esra ku ew tê de welidî bu li her alî cehalet, zilm û bêexlaqîyê serê xwe girtîbu çubu. Bawerîya Xwedê Teala hatibu ji bîrkirin û mirovatî ketibu nava tarîbûn û zilmekê û dinya ji bona jîyanê ji dinyabunê derketibu.

 

Şeva ku ew welidîye, ji bona mirovatîyê buye destpêka xêr û xelasîyê. Bi rastî jî sibeha wê şevê sibeyek bi feyz û bereket bu. Ji bona mirovatîyê rojek nû hilatibu û dewreka ronahî vebubu. Şandina pêxemberê me ku Ew fezîleta rojê û ronahîya hîdayetê ye. Ji Xwedê Teala ji mirovatîyê re nîmetek mezine. Di vê xisûsê de Qur’ana Kerîm wuha dibêje:

 

Bi sond Xwedê, lutfeka mezin li mu’mînan kir. Lewra berê di nava xerifiyek eşkere de bûn. Ji wan re, di nava wan de pêxemberekî ku ayetên Xwedê dixwîne û wan (ji pîsiyên maddî û manevî) paqij dike û kitêb û hîkmetê nîşanî wan dide şand. (Alî Îmran;164)

Ev hezar û çarsed sale ku ev şev di nava mislimanan de bi kêf û şahîyek mezin tê pîrozkirin û pêxemberê me (s.a.s) bi hürmeteka pirr bilind tê yadkirin. Di zimanê kurdî de gelek mewludên ku buyîna wî, mezinayîya exlaq û xesletên wî tînin ziman hatine nivîsandin. Mewluda herî navdar ya Melayê Batê ye.

 

Di vê şevê de, ji rûhê wî yê pîroz re fatîhe, selawat û selam xwendin, ji bona wî panel, konferans tertîpkırın xêrek mezin e.

 

Eger em jîyana wî ya bixêr û fezîlet hînbibin û Wî ji xwe re mînak bigrin, wêçaxê emê wezîfa xwe bînin cî û wê demê emê kêfxweşîya wî bi dest xwe bixin.

 

Ew ji alîyê Rebbê alemê ve ji aleman re bi rehmetî hatiye şandin. Înqilabên ku di sedsalan de çênedibun, Wî di çend salan de çêkir. Bavên ku keçên xwe bi zîndîtî dixistin bin axê piştî prensîbên wî anîbu bawerî anîn û her yek ji wan bun însanên herî qenc. Ji dinyayê re bun rêberên mirovatîyê, edaletê û medenîyetê. Mirovatîyê bi yek emrê wî, dev ji xwîyên xwe yên ku rehê wan bi sedsalan xwe berdabu binê axê terikand.

 

Heq, hiquq, edalet, azadî û mafê mirovan ên ku bi sedsalan mirovan nikaribu têxe nava mirovatîyê Wî, di yek hilmê de dîyarîya mirovatîyê kir. Bi vî awayî esra nezanî û cehaletê bu esra zanebun û seadetê.

 

Pêxemberê me H.z Muhammed (s.a.s) wek pêxemberê berê xwe, ji yek qewmekî yan jî, ji milletekê bi tenê re nehatîye şandin. Ew ji hemu mirovatîyê re hatiye şandin. Di nava wî û pêxemberên din de cudatîya herî mezin ev e. Qur’ana Kerîm di vê xisûsê de wuha dibêje:

 

Me tu ji hemû mirovan re, bi mizgînvanî û hişyarvanî şandî. Lê pirrên mirovan nizanin. (Sebe, 28)

Di her zeman û mekanî de însanîyet hewceyê peyam û sunneta H.z Muhammed (s.a.s) e. Wî ji xwe re mînak girtin emrê Qur’anê ye. Lewra bi îfada H.z Aîşe (r.a) exlaqê Wî Qûr’an e. (Muslîm mîsafîrîn, 139) Qur’ana Kerîm bi me dide zanîn ku pêxemberê me H.z Muhammed (s.a.s) ji bona mirovatîyê mînakek rind e. Û di vê xisûsê de wûha dibêje:

 

Bi sond ji bo we û ji bo yên Xwedê û roja axîretê hêvî dikin û ji bo ew ên ku Xwedê pirr zikir dikin re, di pêxemberê Xwedê de, nimuneyek gelek baş heye. (Ehzab,21)

Ji bona ku Xwedê Teala em kirine ümmeta pêxemberekî awa bi şeref û bi rûmet, em çiqasî jêre şikir bikin hindik e. Ji bona ku em ji manevîyeta vê îstîfade bikin, divê em nimêja tesbîhatê bikin, xetmê enbîya û Qur’ana Kerîm bixwînin.

 

Divê em ji bîr nekin ku, sistî ji mu’mînên ummeta wî re nabe.

Gava em vê şevê yad dikin û bibîr tînin bi tenê xwendina mewludan û îlahîyan û selewatan bi têr nayê. Divê em bi her awayî rêya wî bajon, peyama Wî bilind bikin û navê wî di ser hemu navan re bigrin. Qur’an wuha dibêje:

 

Ji wan re bibêje: “Eger hûn ji Xwedê hez dikin, êdî bidin pêy min ku bila Xwedê jî, ji we hez bike û bila gunehên we efû bike.” Xwedê, Xefûr û Rehîm e.  (Alî İmran, 31)


178

 

YORUMLAR

YAZARIN DİĞER YAZILARI

8 04/04/2012 - 20:59

Ji Bo Çareserîya Pirsgirîka Kurd, Stratejîya Hukumutê Ya Nû

8 29/02/2012 - 20:23

Hinekî Li Xwe Binêrin

8 04/02/2012 - 11:01

Xatemul Enbîya

8 31/12/2011 - 01:45

Ya Rebbî Zaliman Helaq Bike

8 19/12/2011 - 07:25

Rûbaî

8 03/10/2011 - 23:58

Ez Bûm Dîn û Dîwane

8 23/07/2011 - 13:02

PÊŞEWA

8 13/06/2011 - 09:50

H EQ 

8 09/04/2011 - 03:27

Peyvên Ji Kanîya  Hîkmetê

8 13/02/2011 - 13:06

 

EDALET 

8 25/10/2010 - 16:49

BOÇA KERÊ 

8 29/08/2010 - 09:53

DERSÊN ROJÎYÊ (4)

8 27/08/2010 - 05:43

DERSÊN ROJÎYÊ (3)

8 22/08/2010 - 02:25

DERSÊN ROJÎYÊ (2)

8 19/08/2010 - 00:15

DERSÊN ROJÎYÊ (1) NÛ

8 12/04/2010 - 23:10 Gava Qala Amedé Dibe
8 15/03/2010 - 22:59 İSRAF
8 03/10/2009 - 17:59 FITRAT
8 21/07/2009 - 18:21 H Î C R E T
8 02/06/2009 - 19:37 TİRSA Jİ XWEDÊ TEALA (1)
8 28/02/2009 - 07:46 ŞEHİD-ŞEHADET
8 23/12/2008 - 14:24 Nêt, Îxlas û Samîmîyet
8 25/09/2008 - 22:53 ROJA QUDUSÊ
8 07/09/2008 - 22:28 Jİ ERMENÎSTANÊ RE BELÊ, Jİ KURDAN RE NA
8 03/09/2008 - 18:26 ROJÎ Û MEHA REMEZANÊ -2
8 31/08/2008 - 13:54 ROJÎ Û MEHA REMEZANÊ -1
8 22/08/2008 - 09:01 TAZÎYE /SERSAXÎ
8 16/08/2008 - 01:16 Şeva Beratê
8 14/07/2008 - 07:36 ZİMANÊ MİN
8 14/06/2008 - 18:43 TEWHÎD (YEKÎTÎYA XWEDÊ TEALA)-1
8 27/05/2008 - 17:38 DUA-2
8 19/05/2008 - 22:08 DUA-1
8 22/04/2008 - 10:26 Dİ QUR’ANÊ DE WESFÊN XWEDÊ TEALA – 3
8 08/04/2008 - 00:32 Dİ QUR’ANÊ DE WESFÊN XWEDÊ TEALA-2
8 01/04/2008 - 01:34 Dİ QUR’ANÊ DE WESFÊN XWEDÊ TEALA - 1
 

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil