Nameya Öcalan ya di dîroka wê 6 Tîrmeh 2011 û protokolên navbera PKK û dewletê (MİT) ket çapemeniyê. Çend meh berî nehe hevdîtinên navbera PKK ê MÎT ê jî ketibû çapemeniyê, piştî hingê ji aliyê muxalefetê dem dem behsa hinde kesa hate kirin kû burokratê dewletêne û tekiliyê navbera Öcalan û PKK ê dikin. Xebatkarên MİT ê yên van roja têne girtin ez bêjim ji vê sedemê têne sucdar kirin. Lê belê pişt perdê mesele cûdaye; şerê Ergenekona berê û hêza nehe derbasî cihê wê bibe mesela esas e.
Vîdeoya hevdîtinê eşkereye kû hatiye qutkirin (birîn), exleb jî xeberdanên PKK î ya hatîne birîn. Heyeta MİT ê gelek hişyare, car car xwe dixe şûna Hikumeta Tirk, hinde caran jî dibêje ezê daxwaziyên we bigehînime Hikumetê û xwe wek qasidekê nîşan dide.
Hakan Fidan dibêje serok wezîr ez wezîfedar kirime, ji ber kû derekê ev kar naverokek sîyasî dihewîne û serok wezîr jî amadeye rîska wê ya sîyasî hilgire.
Kesên li ser navê PKK ê beşdarî vê civînê bûyîne wusa xeber didin mirov dibêje qey ne dijminin, dostê hevin. Wek mînak Sabri Ok ji heyeta Tirkan dipirse ka hevdîtina wa ya gel serokê PKK ê tiştên girîng çi bûn, ji wan ra bi kurtahî bibêje. Gelo mirov çawa bawerî bi dijminê xwe tîne û mesajên serokê xwe ji wan dipirse?
Dîsa wusa tê ber çava gele zû tên xapandin, tiştên berbiçav xebernadin, daxwaziyên esasî naynine rojevê, rayedarên MİT ê gurover diaxivin û îzahatekê naynin bo berevajî çûyîna pêvajoyê...
Hakan Fîdan dibêje serok wezîr û serokê PKK ê sedanda nehwêt, nehwêt û pênç wekî hev difikirin, MİT gazinda ji pêvajoya Habur ê dike û dibêje me bo we hikuk bin pê kir lê kesên hatî nehatibûne perwerde kirin û hatin şov kirin.
Sabri Ok dibêje heyetê madem em di riya çareseriyê didomin, hûn çima operasyona dikin. Bersiva Afet Güneş ê gelek balkêşe; dibêje ma hûnê heta kengî li çiyabin.
Di xeberdanên vîdeoyê ez wusa têdigehim ku armanca dewletê ewe kû aliyê Kurd bixapîne, wext qezenc bike û heke bikare bi xapandinê dest ji çekan bide hêlandin. Her çikas Hakan Fidan bi eşkere dibêje armanca me ne ewe jî pratîka dewletê ewê nîşa dide. Di riya çareser kirina aştiyane ya mesela statuya Kurd da çi pêngav nayên avêtin, pêvajoya şer bê navber didome. Di van şeş mehên derbasbûyî PKK ê gele zerar dît, gele însan hatin girtin û hêj jî tên girtin. Pêvajoya vebûnê jî xilas bû çû!
Heyeta MİT ê dibêje me kasî du seeta bi Öcalan ra hevdîtin pêkaniye û nameyek ji we ra aniye. Name piştî hilbijartinên 12 Hezîranê hatiye nivîsandin, berî hingav Öcalan bi riya parêzerên xwe gotibû ezê şansek dawiyê bideme Erdoğan û heta piştî hilbijartinan PKK ê bide me sekinandin. Wusa jî kir...
Öcalan dibêje hedî hewceye bigehine merheleya biryara mutlak û pêvajo derbasî pêngav avetinê bibe. Komîsyonên Aşitiyê û yên Makeqanûnê pêşniyar dike û dixwaze ji Suriye û Iraqê jî beşdarî çê bibe.
Name şeş ê Tîrmeha 2011 an hatiye nivîsandin û Öcalan dibêje evê havînê tiştên herî girîng dê li ser bicihkirina hezên çekdar yên KCK yê çêbe. Li ser vê biryar nehildana Hikumet û Meclisê dê bibe esasê pirsgirekê û hişyarî dide heke pêvajoya çareseriyê dirêj be û zû neyê çareser kirin tiştên nexweş dê çêbin.
Gele rewşenbîra jî hişyariyên bi vî avayî dane Hikumetê lê feyde nekir.
Öcalan dibêje ji bo çareseriyê hewceye Hikumet pêngavên radîkal bavêje û tiştekî gele girîng dibêje; “divê KCK ji bo xwe her qadek jiyanê bide jiyandin xwe perwerde bike, lojîstîk û tekildariyan çêbike, xwe rexistin bike û hedî hewceye çareseriya Neteweya Demokratîk pratîze biket. Hem jî bi yek alî.” (Anku heviya dewletê nesekinin)
Wûsa xûyaye Öcalan pêdihese kû dewlet wan dixapîne û gîro dike, ji ber hinde dibêje KCK ê bi yek alî Xweseriyê derbasî pratîkê bikin.
Protokolên tê behs kirin da ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di makeqanûna nû da li gor Öcalan çi hewceye dê cih bigire. Protokolê da dibêje divê makeqanûna nû da maddeyên kusa neyêne guhartin tunebin, bendava hilbijartinan bê te jêr tir, MGK bê te rakirin, wesayeta leşkeran bê dawî kirin û gele tiştên BDP dixwaze li wê derê derbas dibe.
Protokolan da Xweseriya Demokratîk tê qebûl kirin, bi Kurdî perwerdeyiya zikmakî, efûkirina bi hemberî, ji bo Öcalan hefsa malê, rakirina cerdavaniyê derbasdibe.
Di protokolêda tê qebûl kirin heta makeqanûn çêdibe PKK hezên xwe yên çekdar vekêşe, piştî çêkirina makeqanûnê wek hêzên “parastina xwe” bêne nav jiyana normal... Protokolê da soza berdana girtiyên KCK jî tê dayîn.
Heke Hikumetê bi cisaret pêngav avêtiban û pêvajoya çareseriyê dewam kiriba nehe Kurd gehiştibûne statuya xwe û mesele bahrek mezin hatibû çareser kirin. Lê Hikumet çêpî pavajoya çareseriyê hereket kir û raya giştî ya Tirk jî nekeşa aliyê çareseriyêî, ber bi şer ve kêşa. Nijadperestiya Tirk gehiştiye merheleya herî dawîn.
Başe nehe şûnda yê çi bibe, Hikumet dê çi pêngavan bavêje, PKK dê çi biketin, ev bûyere kêr kî hat, baweriya Kurda ya gehiştina mafên xwe bi dîtina van protokola pêşve çû yan ne? Dewleta Hekem (bêgûman ez dibêjim Emerîkaye) dê çi biketin? Li ser her hesabekê mezintir hesaba Xwedê heye bêgûman. Em Îslamparêzên Kurd divê evê ji bîr nekin û ewê hesabê da rola xwe bileyzin...