Şêx Salih:
‘’Ez Şêx Salihê Mîrqulya, kurê Şêx Mehmedcan im.
Di bîst û sisêyê temûza sîh û heftan de, Şêx Evdirehîm Efendî bi tevî dozdeh hevalên xwe ji Binêxetê dihatin. Du Selet hene, Seleta Jêrîn û Jorîn. Mîrqulyan gundê min e. Perîşanê jî û Dirikê jî gund in. Ev buyer di der û dora van gundan de derbas bû.
Şêx Evdirehîm Efendî û hevalên xwe berya şefeq lêde li Seleta Jêrîn, di bihurê çem ê Diyerbekir de derbasê vî alî dibin.
Wê çaxê navê keyayê Seleta Jêrîn Wisifê Rehîmê ye. Berya şefeq lê de, radibe dasa xwe digre dê here ser zevî paleyiyê. Wê dem ê xelk zû diçû çolê, di hinikahiyê de kar dikir.
Şêx Evdirehîm Efendî û hevalên xwe gihîştibûn biniya Seletê, di binê gund re derbas dibin.
Wisifê Rehîmê di binê gund de, li ser rê wan dibîne. Bala xwe dide tev bi tifing in. Vedigre malê, tifinga xwe digre, zû vedigere, ji dûr wan dişopîne.
Şêx bi hevalên xwe ve digîjin nêzî Seleta Jorîn. Girekî heye. Girekî mezin e. Çem ê Seletê jî di ber re derbas dibe.
Dema Şêx û hevalên xwe digîjin biniya gir, dinya leyminî dibe. Berya tav bavêje, radiwestin, bi hev dişêwirin. Ji hev re dibêjin; ev der deşt e, erd rast e, daristan tune, em nikarin bi van tifingan derbas bibin. Ya qenc ew e, em dakevin nava çem, di nava çem de darebî, gez û zil jî hene, em karin heya êvarê xwe di nav de veşêrin. Gava êvarê tarî kete erdê, dîsa em ê rabin riya xwe bidomînin.
Haya wan ji keyayê Seletê Wisifê Rehîmê tune ye.
Xwe bera nava çem didin.
Di qeraxê çem de, di nava pelgan û biyikan de ciyê xwe çêdikin û radikevin.
Wisifê Rehîmê jî, dev ji wan berdide, lêdixe diçe Seleta Jorîn.
Wê dem ê, Seleta Jorîn xirabe bû, tenê mala Emerê Koperî lê bû.
Keyayê Seletê diçe ba Emerê Koperî û jê re dibêje:
‘‘Niha qefleyekî çekdar di çem ê Diyarbekir re di ber gundê me re derbas bûn, min ew şopandin. Heta binya gir min ew xistin nava çem ê Seletê. Nava gezan de xwe veşartin.’’
Emer dibêje:
‘‘De ka rabe em ê herin Seleta Jêrîn, em ê çend gundiyên te jî bi çekên wan!.. bi xwe re bigrin, herin qereqolê. Em ê haya qereqolê jî pê bixin.’’
Qereqol li hafa Seleta Jorîn, bi ser çem re ye. Haya Qaçaxan jê tuneye.
Emer û Wisifê Rehîmê bi hev re difitilin Seleta Jêrîn.
Dema tên gund, dinêrin di gund de telaşek, çûndin û hatinek, gengaşeyek heye. Gundî li hev diçin tên. Wisif dipirse:
‘‘Ev çi telaş e li gund? Şer mer çêbuye, tiştekî qewimiye?’’
Gundî dibêjin:
‘‘Na wele, cendime qumadariyê Bismil, vaye hatiye, dibêje eskerê min vaye li biniya Seletê, li qerxê çem rûniştiye, hinekî nan bidin me, ez ê ji wan re bibim.’’
Emerê Koperî diçû Bismil, qumandarê cendirmeyan nas dikir. Dibêje ‘ka em herin balê.’ Diçin cem qumandarê cendirmeyan. Emer bala xwe dide ne qumandarê cendirmeyên Bismil e. Herê cilên wî, rutbeyên wî eynî ne, lê...
Emero jê re dibêje:
‘’Tu çi kesî?’’
Dibêje:
‘’Ez qumandarê cendirmeyê Bismil im…’’
Emer li pêşberê civatê şeqamekê lêdixe û jê re dibêje:
‘’Tu direwan dikî... Hebe nebe, tu jî hevalê wanên nava çem î...’’
Ew jî ji Emer re dibêje:
‘’Emer, ji xwe ez jî li yekî fena te guhbel û çavvekirî digeriyam… Tu merivekî aqil xuya yî. Xebera te ye, ez hevalê wame. Hemî kesên bi nav û deng in, min ji Binêxetê anîne. Min ew yeko yeko îqna kirin û civandin. Anîne xistine nava erdê Tirkiyê ku wan bidim girtin. Belkî efwa min derkeve... Lewra min jî wexta wextîn de sûc kiribû û reviyabûm çûbûm Surî. Min vana xapandine anîne pê efwa xwe derxim...’’
Emer:
‘’Ev meriv kî ne?’’
Yuzbaşî:
‘’Pêşkêşên qefleyê Şêx Evdirehîm, Cemîlê Seyda yê Licî û Şêx Mîzbeh in.’’
‘’Tu kî yî?’’
‘’Navê min Ziya ye, ez ji Dêrsimê me.’’
Yuzbaşî Ziya, navê hemî Firarên Binêxeta Fransawî ji Emero re dibêje.
Emero, Yuzbaşî Ziya, tevî keyayê Seletê Wisifê Rehîmê diçin qereqola bi raserê Firaran.
Di qereqolê de pênc cendirme û Onbaşiyê Qumandarê wan e.
Emerê Koperî ji Qumandarê Qereqolê re dibêje:
‘’Ev Yuzbaşî mehkûm e. Mesela wî ewha ewha ye...’’
Onbaşî ji Ziya navên firaran yeko yeko dipirse. Ew jî navan di kaxed de dinivîse û dide Onbaşiyê Qumandar.
Navê qumandarê cendirmeyên Bismil, Salih Zekî Beg e. Onbaşî telefonê Bismilê dike. Piştî Salih Zekî Beg telefona onbaşî guhdarî dike, navan li ba xwe dinivisîne, ji onbaşî re dibêje:
‘’Ez ê niha telefona qereqola Sînanê jî bikim, dê cendirmeyên Sînanê jî bi tevî bekçiyê Sînanê werin. Ez ê pişt re, ji Yedincî Qolordiya Diyarbekir re jî telefonê bikim. Hay ji wan hebin! Wan bişopînin, winda mekin!
Çawa xeber digîje Nehyeya Sînanê, eskerê qereqolê bi tevî bekçiyê Sînanê ve tên.
Qederekî dimîne, onbaşiyê Qereqolê bi tevî Emerê Koperî, Keyayê Seleta Jêrîn, hêdîka tên ser hafa kendal, deng li Firarên Binêxeta Frasawî dikin:
‘’Teslîm bibin! Hûn teslîm nebin, em ê we teva bikujin!’’
Tabî firar di xew de, haya wan ji tiştekî tune. Dema bi gaziya wan re şiyar dibin, hawirdora wan esker e. Ji nava çem derdikevin, berê xwe didin çiyayê Jorîn û bê qewimandin dimeşin.
Esker, Keyayê Seletê û Emerê Koperî û bekçî li pey wan, hebo hebo bi wan ve datînin. Qasê sê km ji ciyê xwe bi alî çiya de dimeşin. Li wir, hin eskerên din jî ji Batmanê tên, xelekê li wan teng dikin.
Eskerê mekteba cendirmeyên Farqînê jî digîje wan.
Esker pir dibin.
Ji axa Seletê gihîştin nava zeviyên Mîrqulyan, bêwaneyên gundê me.
Li wê derê, Şêx Evdirehîm Efendî şehîd ket. Dema Şêx hat kuştin, êdî eşkere bi hev re şer dikirin. Li nêzî ciyê Şêx tê kuştin, Wisifê Rihîmê dixwaze ji hespê xwe peya bibe. Ew jî pêve datînin. Gule li newqa wî ya çepê dikeve û di newqa rastê de davêje. Gule li şatika stuyê hespê wî, damara tel dikeve. Ew û hesp tev li wir tên kuştin.
Hevalên wî hinekî li balê disekinin, heya teslîm dibe.
Mecbûr, laşê wî li wê derê dêlin û diçin.
Erd rast, dar û devî, kevir û zinar, av tune ye. Ciyekî xwe tê de xef bikin tune. Ji mecbûrî pêş de dikişin.
Bi zanabûn esker nakujin.
Piştî şehîd ketina Şêx Evdirehîm ew jî dûr ketin, wan jî êdî hebo hebo tifing avêtin.
Hemî jî nîşanvan bûn, bixwestana dê gelekî esker bikuştana...
Bi qasî du km ji ciyê kuştina Şêx Evdirehîm Efendî dûr ketin.
Gihîştin ber cuha ava medrebê.
Li wir birinc çandibûn.
Av ji çem diçû ser zeviyê birinc.
Hevalê wan ê bi navê Serreş xwe davêje nava cuha avê û di nava cuha avê de xwe berdide heya digîje nava zeviyê birinc. Birinc şîn e, qasê navekê rabuye, xwe vedişêre. Di nava birinc de winda dibe û kes wî nabîne.
Em wî li wir bihêlin.
Hevalên wî derbas bûn.
Qasê du km ji wir dûr ketin. Li wê derê goleke avê heye. Ava wê golê jî ji newalên gundê Perîşanê tê. Şivan û gavanên gundê Perîşanê dianîn pez û dewarên xwe av didan. Li nêzî golê, Cemîlê Seyda giran birîndar dibe. Wisa birîna wî xidar e ku nikare bi hevalên xwe re bimeşe. Ji wan re dibêje:
‘’Ez hew karim bi we re bêm.’’
Li kêleka golê erdê genim hîn neçinîne. Genim gur û li piyan e.
Cemîlê Seyda dikeve nava zeviyê genim.
Ji wan re dibêje:
‘’Hûn herin. Ez ê xwe di nava genim de veşêrim. Ka Xwedê çawa dike.’’
Hevalên wî bi rê dikevin.
Ji Cemîl du sê km dûr dikevin.
Di wê dem ê de, Alaya Diyarbekir bi tevî Alay Qumandarî û Alaya Mêrdîn bi cemseyan û debaban digîjin şûna şer. Êdî esker û xidamat pir in.
Alay qumadariyê Diyarbekir ferman da ku xelkê wan gundên dorûber jî bi kal û pîran werin alîkariya esker.
Firar kişiyan, gihîştin axa gundê Dirikê. Ketin nava genimê neçinandî.
Qumandarê Alayiyê ferman da, got:
‘’Agir bera genim bidin!’’
Eskerekî agir bera genim da. Genim hişk buye. Bi agirberdana esker re, genim fena qirşikên kunciyan pêket. Zevî fena birşikê da ber xwe. Zeviyê genim fena qetekekê rast e, li dor û ber erx û bend tune ne. Di nava agirê genim de man, li saya, li vata ne. Esker wan dibîne. Esker bi tifing û reşaşan li wan girê da. Fena meriv bi bêran xwê bavêje nava agir, wisa gule dikeliyan. Gule li hewa li hev diketin. Çendên din jî ji firaran hatin kuştin. Çarên din, ku wan jî xwe avêtibû erdê, di şûna xwe de agir bera genim dabûn, agir bi kincên wan neketibû, li vata baz didin. Agir digihîşt cilên wan. Di aliyekê de agirê cilên xwe ditefandin, di aliyekê de bi esker re şer dikirin, di aliyek de jî baz didin. Gihîştin nava zeviyekî pirêze û di nava pirêze de genim çinîne, kirine gidîş. Wan jî xwe avêtin pişta gidîşa genim ku agirê cilên xwe bitefînin. Îcar agir bi gidîşa genim ket. Heya êvarê şer di nava wan herçar firaran û esker de ajot. Bû êvar, û tarî kete erdê.
Ew roj bi wî awayî derbas bû. Li wan bû şev.
Ji van kesan, yek jî hat kuştin. Şêx Mîzbeh, Elî Begê Stewrî û Silhedînê lawê Seydixan di tariya şevê de winda bûn. Esker newêribûn di tariyê de li wan bigerin. Esker nizanibû çend ji wan hatine kuştin. Loma jî bi tariya şevê re esker li hev civiya.
Van her siyan jî xwe bera nava çem ê Eladînan dan. Di nava çem de, di nava gez û sorbiyan de hilkişiyan, ji esker dûr ketin.
Gihîştin nava gundê Zengilo û Elodînan. Li wê derê girikek heye. Li ser wî girî di binê fermana Vûral Başçawîş de mifrêzeyekî esker heye, davêje pêşiya wan. Li hev dixin, Vûral Başçawîş li wir hat kuştin. Esker bê qumandar man, xwe dan alî. Ew jî di nava çem de daketin û ketin nava diriyan û xwe veşartin. Bû direngê şevê, esker para hilkişiya. Li gundan bela bû.
Şêx Mîzbeh, Elî Beg û Silhedîn di nava çem ê Elodîna de xwe xistine nava lem ê diriyeke pir mezin. Ev dirî ji çadireke bêrtiyan du car mezintir e. Qasê seatekê du seatan dimînin, Şêx Mîzbeh ji her du hevalên xwe re dibêje:
‘’Hûn li vir bin, ev herêm herêma min e. Her çiqas malbata me surgun bûbin, kesê me li van deran tunebe jî, gund yên me ne, min nas dikim. Ez ê derkevim, binêrim ku esker tune be, ez ê gazî we jî bikim, werin em ê herin.’’
Ew jî dibêjin:
‘’Baş e.’’
Wan li wir dihêle û ew tenê diçe. Lê baweriyê bi gundên xwe nayîne, diçe gundê lawê xaltiya xwe. Navê gundê lawê xaltiya wî Heştderê ye û nêzî Farqînê ye. Ji bona lawê xaltiya wî ye baweriya xwe pê tîne. Bi şev xwe digihîne mala Semed. Li derî dixe.
Evdilsemed radibe derî vedike ku kurê xaltiya wî Şêx Mîzbeh e. Diçe hundir. Li halê hev dipirsin, bi hev şa dibin û hinekî jî bi hev de digrîn.
Şêx Mîzbeh dibêje:
‘’Ez him bêxew û him jî zêde zêde birçî me.’’
Evdilsemed jê re dibêje:
‘’Piştî tu gihîştî vir, êdî mereqan neke.’’
Jê re hêkan diqelînin. Xwarina xwe dixwe. Westiyayî ye. Jê re livînan radixin.
Evdilsemed jê re dibêje:
‘’Tu zêde westiyayî, kesî te nediye, haya kesê ji te tune. Nan jî li mal nemaye. Îşev li vir razê. Serê sibê ez diçim paleyiyê, bila jinik hevîr bike, nan ji te û hevalên te re çêke, bû tarî derkeve here. Tu kude diçî here, qeweta me pê re nagîje em we veşêrin.’’
Baweriya wî bi kurê xaltiya wî tê. Sîlehê xwe datîne ber serê xwe û bê tirs dikeve nava ciyan û radizê. Çawa ew di xew de diçe, Evdilsemed jî radibe xwe girê dide, deriyê odê li ser Şêx Mîzbeh kilît dike, mihîna xwe dikşîne, siwar dibe û berê xwe dide Farqînê. Bi şefeqa sibê re digîje ber qereqolê, mihîna xwe girê dide û ji pawanê qereqolê re dibêje:
‘’Zû qereqol qumandarî ji xew şiyar bikin ez hatima giliyê.’’
Pawan diçe qumandar şiyar dike. Evdilsemad diçe cem. Qumandar:
‘’Vê nîvê şevê, xêr e?’’
Evdilsemed:
‘’Şêx Mîzbehê hatiye mala min, min xwarin daye, kiriye xew, derî li ser kilît kiriye û ez hatime.’’
Cendirme qumandarî, çend cerdirme bi tevî Evilsemed ve tê Heştderê. Qumandar û Evdilsemed bi hev dişêwirin, dibêjin:
‘’Em çawa bikin ku ew tifingê neteqîne û teslîm bibe?’’
Evdilsemed diçe li derî dide, Şêx Mîzbeh şiyar dike, bê here hundir jê re dibêje:
‘’Şêx Mîzbeh te mala min û xwe tev xira kir. Tu dengê xwe bikî, tifingê biteqînî, temamê hawirdora gund tije esker buye. Dê dewlet ocaxê min biqelîne. Dema tu êvarê hatî, te got kesî ez nedîtime. Çûne gilî kirine û eskeran dor li malê lefandine... Tu sîleh biteqînî, dê mala min bi tevî gund bişewitînin... Êdî tu û kovana xwe…’’
Şêx Mîzbeh hinekî dide ber hev û ji Evdilsemed dipirse:
‘’Esker pir an hindik in?’’
‘’Wele fena xweliyê ne. Dora gund tijî esker kirine.’’
Şêx Mîzbeh dibêje:
‘’Laîlaheîllelah… Ez kovî nin im te û zarûkên te bi xwe re bişewitînim.’’
Tifinga xwe di kuna derî de dide qumandarê cendirmeyan û dibêje:
‘’Bila ji ruyê min zirar negîje gund.’’
Çawa ew girtin, birin çem ê Embarê.
Qumandar ji eskeran re dibêje.
‘’Wî bibin nava çem de bikujin, serê wî jî jêkin, bi xwe re bînin!’’
Ji xwe kîja ku dihatin kuştin, digotin Atatirk gotiye
‘’Serê wan jêkin!’’
Elî Beg û Silhedîn li wir dimînin. Şeva diduyan jî bi ser wan de tê, lê bala xwe didin Şêx Mîzbeh nehat. Şik bi wan re çêdibin. Ji hev re dibêjin:
‘’Gelo çima Şêx Mîzbeh nehat? Tiştekî hat serê wî, çi bû?’’
Birçî ne.
Biyanî ne.
Herêmê nas nakin.
Dê berê xwe bidin ku, bi ku de herin nizanin.
Elî Beg ji Silhedîn re dibêje:
‘’Ev nehat. Heke tiştekî hatibe serî, hatibe girtin! Nebe lê tehdayê bikin, ew jî wan bi ser me de bîne? Ez dibêjim em ji vir derkevin.’’
Ji nava dirikan derdikevin.
Riyan nizanin. Alî rastê de, hêla çepê de, vir de wê de diçin, ev kendal, ev newal, ev gir, ev hesû, deşta bi girik û mitik, bi newal û rûbar e, bilind dibin, dadikevin. Fena mirîşka serjêkirî, li ba dibin. Şev li wan digere û roniya sibê bi ser wan de tê. Heya roj tê çêlekdana jî kes wan nabîne. Bi çêlekdanan re dibînin gihîştine nava çem ê Diyarbekir.
Şivanekî pez ê xwe aniyê delavan, av dide.
Diçin ba şivan.
Jê re dibêjin:
‘’Birazî, em ji birçîna ketin. Nan bi te re tune?’’
Şivan:
‘’Na, tune. Haa gundê Qerecirê xuya ye. Yek kare çeka xwe deyne here ji gund nan bîne...’’
Silhedîn ji Elî Begê re dibêje:
‘’Ha ji te re tifing û rextê min, ez ê herim ji me re nan bînim.’’
Rext û tifinga xwe li cem Elî Beg datîne. Havîn, ava çem ne zêde ye. Derbasê wî rexî dibe.
Digîje gund.
Bala xwe dide yekî extiyar li binê dîwar di siyê de qelafîska rûniştiye.
Silhedîn:
‘’Selamûeleykum apo.’’
‘’Eleykum selam.’’
Extiyarê binê dîwar:
‘’Tu çi kes î? Ji ku tê yî?’’
Silhedîn:
‘’Ez rêwî me. Hevalekî min jî heye. Em birçî bûne. Heke hûn xêra xwe nanekî du nan bidin me.’’
Zavayê Emerê Koperî Huseynê Xelef ji Silhedîne re dibêje:
‘’Tu nizanî direwan bikî. Îçlikê te spî, şûna xwêdan qayişê rext diyar...’’
Silhedîn dibêje:
‘’Ez di bextê te û Xwdê de me apo. Tu bêbextiyekê li me nekî. Em ji van zalimên romiyan xilas bibin.’’
Huseynê Xelef:
‘’De ka rûne.’’
Silhedîn rûdinê. Lê nanê ku xwestiye jê re nayînin.
Gundê Tepeya Baravan nehye ye. Bekçiyê nehyeya Baravan bi karekî xwe hatiye Qerecirê. Bi maneya nan anînê Silhedîn didin rawestandin.
Huseyn jina xwe dişîne mala Keyayê gund. Bekçiyê Tepeya Baravan jî li wir e. Jinik diçe ji wan re dibêje:
‘’Wele yek ji wan Firarên Binêxetê waye hatiye mala me nan dixwaze. Huseyn got here xeberê bide wan bila werin wî bigrin.’’
Bekçî jî radihîje tifinga xwe û tê cem mala Huseyn. Dinêre waye Silhedîn bê sîleh li cem Huseyn, di siya dîwar de rûniştiye. Çawa digîje pêş wan, hima tifingê dixe newqa Silhedîn û dibêje:
‘’Teslîm!’’
Silhedîn dibêje:
‘’Lawo, ji xwe ez teslîm im. Tu bi tifing, ez?..’’
Silhedîn di wê navê re piçekî xwe bi alî qolçeyê dîwar de dikşîne ku bangî hevalê xwe bike û bibêje, waye vana ez bi bêbextî girtim, tu xwe nede dest. Belkî bi awakî tu min jî xilas bikî. Nahêlin.
Bekçî bi tifingê radiweste, keya û gundiyên din jî Silhedîn girê didin.
Piştre du merivan dişînin ser kendalê çem û bangî Elî Beg dikin:
‘’Pismam were netirse. Em jî mîna we kurd in. Em alîkariya we nekin dê kî alîkariya we bike? Waye me xwarin hazir kiriye, were xwarinê bixwe.’’
Elî Beg jî tê xapandin, tifingan di nava gez ên çem de vedişêre û tê gund.
Wî jî digrin, bi hev ve girê didin, dibin nehya Tepaya Baravan.
Ji wir bekçî û cendirmeyan ew girtin, qaşo bibin Bismilê. Negihandin Bismilê, her du jî di rê de kuştin, serê wan jêkirin û birin.
Piştî sê rojan.
Cemîlê Seyda di nava zeviyê genim, kêleka Gola Perîşanê de birîndar e.
Gavanê gundê Perîşanê, her roj dewarên xwe tîne ser golê av dide.
Cemîlê Seyda bi gavan re têkilî datîne û ji gavan re dibêje:
‘’Lawo, tu dibînî... Ez nikarim xwe bilebitînim. Tu yê karibî kerîkî nan û tozekî derman ji apê xwe re bînî?’’
Gavan dibêje:
‘’Ser serê min, apo. Ez te nas dikim... Çi ji min were texsîr nakim.’’
Di wî sê rojî de, bilî gavan kesekî pê bihesîne, him jê re nan tîne û him jî bi îmkanên xwe dermanên kurmancî li mal çêdike, jê re tîne. Di vê navê re heke ji peydakirina derman an ji awayeke din, çûn giliya gavan kirin. Ji qereqolê re gotin:
‘’Gavanê gundê Perîşanê li qeraxê golê, di nava genim de firarekî veşartiye, him jê re nan dibe û him jî jê re dermanan dibe di birîna wî dide.’’
Îcar ji nû de alaya esker ji Diyarbekir hat. Dor li zeviyê genim pêçan. Dewlet ji navê Cemîlê Seyda fena cina ji hesin ditirse, ditirsiyan. Di defterên wan de, ji kevin de navê wî hebû. Jê zêde zêde ditirsiyan. Di hişê neyar de, sawa Cemîlê Seyda hebû. Bi wan re waswase, newêribûn zûzû bi ser de herin. Gundî didan pêşiya xwe û ji dûr pêve didan. Pênc zencîrên esker têrê nekirin, ji çend gundan jî gundî bi mêr û jinan, kal û pîran anîn, li dora zevî pê xelek çêkirin ku Cemîlê Seyda ji ber wan nefilite. Cemîlê Seyda li herêma Diyarbekir, Licê, Pasûrê, Hezro û Farqînê, him bi aqilê xwe û him jî bi mêraniya xwe deng dabû. Yê navê wî nebihîstibû tune bû. Ji navê Cemîlê Seyda û licîtiya wî dibizdiyan. Ez bi xwe jî di nava wan gundiyên civandin de bûm. Qumandarê Alayî ferman da, di wan gundên dor û ber de kes nehîştibûn. Em çûn nêzî zeviyê genim, alay qumandarî ferman da yekî siwarî, got:
‘’Agir bera genim bide!’’
Qumandarên li qeraxên din jî ji aliyê xwe ve agir bera genim dabûn.
Ev cendirme, siwarê hespekî boz bû. Jê peya bû û li ber genim rûnişt. Bi derbikê agir bera genim da. Dema genim agir girt, baş pêket, Cemîlê Seyda bi qasê sê çar werîsan ji kûraniya zevî rabû û bi textikê eniya cendirme ve danî. Ewqas mêr bû, berya were kuştin, heyfa xwe bi destê xwe hilanî... Cemîlê Seyda zane û pir jêhatî bû. Ji wê jêhatîbûn û mêraniya wî ya wê gavikê, çavên min tijî bûn.
Xelkê digotin licî mêr in, lê min mêraniya wan nedîtibû. Niha min bi çavên serê xwe mêraniya liciyan didît. Temenê min heftê û heşt sal in, min hîn jî ew gavik ji bîr nekiriye. Li ku ez rastî yekê licî werim, ew gavik û dirûvê Cemîlê Seyda tê pêş çavên min.
Piştî Cemîl dît esker hat kuştin, bazda ser termê cendirme, rextê wî vekir, tifing hilanî avêt stuyê xwe, hefsarê hespê ji destê eskerê mirî girt, çilda ser pişta hespê û xwe li nava xelekê û esker qeliband. Aliyê ku gule dihatin avêtin, wî xwe dida kêleka hespê û xwe li ser pişta hesp xwar dikir, hesp fena bayê dajot. Xwe eşkere kiribû ku bi rastî jî licî ye û çêlikê liciyan e. Ew hesp ajotina wî, li herêma me, tenê licî zanin bajon. Hesp ajot û çû. Temamê alaya esker bi hev re pê ve dadanîn, lê wî hesp fena dondilê di nava esker re bi badanê dibezand. Xur û xur û xur, dengê çekan, axirmakîneyan guhên meriv kerr dikir. Bi emrê Rebilalemîn, tek guleyekî lê ne ewiqî. Ji nava xelekên esker û gundiyan derbas bû. Ji esker dûr ket.
Mixabin li bakûr, du gir hebûn. Qumandarî alayî li serê wan giran du mîtralyoz, du xefîf makîne danîbûn.
Cemîlê Seyda li nava her du giran da, heke wê navberê derbas bibe, ji esker winda dibe. Lê van bêbavan di neqeba her du giran de, çeprast, bi xefîf makîneyan û mîtralyozan lê girê dan. Ew bi tevî hesp li wir nava wan her du giran de şehît ket. Eger licî şîrheramiyê nekin, dê peykerekî pênc metro di nava wan her du giran de ji Cemîlê Seyda re çêkin...
Cenazeya Cemîlê Seyda bi tevî wî cendirmeyî anîn Mîrqulyan. Li meydana gund avêtin nava toz û xweliyê.
Qumandar ferman da, başçawîşekî serê Cemîlê Seyda jêkir û birin.
Hefteyek paşê. Esker ji navberê hilkişiya. Wan digotin: ‘Firarên Binêxeta Fransawî…’
Heta wê rojê, tevî wexta kar û xebatê, paleyî û şixrekişandinê bû jî, ji tirsan kes newêribû here kar û xebata xwe. Di wan heft rojan de, ne yekî dasek li genim dabû û ne jî barekî şixre kişandibû bêderan. Piştî esker hilkişiya, gundiyan jî dest bi karên xwe kirin.
Yekî gundiyê me hebû, navê wî Elî bû. Gundiyan jê re digotin Eloyê Xem ê. Macir, ji Şeqelê hatibû. Ew roj, çuye çinîna genim. Rêncberê wî Silêmanê Cewerê di taştiyan de, taştiya axayê xwe jê re dibe nava zevî, ciyê paleyiyê. Jê re fena bîneke were. Bîneke biyanî. Ji ser şiveriyê, li dor û berê xwe dinêre. Mitikekî piçûk heye, derdikeve ser mitik û baş dinêre. Ji rê qasê çend werîsan, di palgeheke berwar de tiştekî xuya dike. Baş dinêre. Jê re fena termekî tê. Lê newêre here.
Diçe ba axayê xwe û jê re dibêje:
‘’Xalê Elî!’’
Elî dibêje:
‘’Ha lawo.’’
‘’Wele vêga ez dihatim, min li serê erd, qederê çend werîsan dûr. Tiştekî fena term dît...’’
Ew jî dibêje:
‘’Ka, lawo... Te taştiya min aniye. Ez jî zêde birçî bûme. Em taştê bixun, piştre herin lê binêrin.''
Di binê sîwanê de taştiya xwe dixun. Bîna xwe jî didin, cixareyekê jî dikşînin û Elîyê Xem ê ji xulamê xwe re dibêje:
‘’De ka rabe em herin lê binêrin.’’
Bi hev re lêdixin diçin. Bala xwe didin kesekî mirî ye. Ji german kurm ketine birînên wî.
Eloyê Xem ê cî de dev ji karê xwe berdide, rast tê mala me, cem bavê min.
Ez jî li mal bûm.
Bavê min li devê eywanê rûniştî.
Qefleyekê zilam jî li dorê. Hat silav da û got:
‘’Şêxê min. Min cenazeyekî li kêleka zeviyê xwe dîtiye. Hûn çi dibêjin?’’
Bavê min jî got:
‘’Lawo. Ji bona xatirê ziyanek negîje gundiyan, bila Şêx Salih jî bi we re bê, herin qereqolê, bibêjin waye cenazeyekî li filan derê ye...’’
Kes nizane cenazeya kî ye...
Min û Eloyê Xem ê, me lêxist em çûn qereqolê.
Qereqola Seletê nêzî me ye. Ya serê wî girî...
Em çûn ba onbaşî.
Yê ku wê dem ê tirkî zanibû, ez bûm.
Min ji onbaşî re got:
‘’Waye cenazeyekî nêzî gundê me ketiye û haya kesî jê çênebuye.’’
Onbaşî rabû ji Bismilê re telefon kir. Buyer ji qumandar re got.
Qumandarê cendirmeyan jî ji onbaşî re dibêje:
‘’Herin binêrin! Çi li ser cenazeyê hebin, yeko yeko binivisînin!’’
Em û du cendirme zivirîn hatin gundê me. Dema me yê cendirme biribana ser cenazeyê, bavê min got:
‘’Salih! Çika baldayî be. Tiştê ji berîkên wî derên...’’
Ez, Eloyê Xem ê û xulamê wî bi cendirmeyan re çûn ser cenazeyê. Me bala xwe dayê, zilamekî dora çil pêncî salî û bi rî ye. Rîya wî bi qandê du tiliyan dirêj e. Şelwarkî qebardînê giran lê ye. Potînekî zer heya pişta gûzekê di piyên wî de. Şemleke Hemawî, ya biha û giran, şolê Şêxan û Mîran lê. Şimedanî pir biha bû, her kes nikaribû bistîne. Ew jî li kêleka wî bû. Çend gep nan jî di nava şimê de bû. Guleyekî li destê wî yê çepê, kefê dest, binê tiliya mezin ketibû û di pişta dest re avêtibû. Guleyek jî li binê çena wî alî rastê ketibû di pişta guhê çepê re avêtibû. Kurm jî ketibûn birînan û bîn jê dihat. Sîleh pê re tune bû.
Van cendirmeyan rûniştin û cilên wî jê kirin, yeko yeko nivisandin. Îçilik, şelwar û potîn jî jê kirin û nivisandin. Dema îçlik jê kirin, di binê îçlik de yêlekekî karê Erziromî, çil pişkok, fêzê zer lê bû. Ew jî jê kirin. Ew jî nivisandin. Tazî kirin. Gustîleke zêr a biha di tiliya wî de bû. Cendirme kir nekir ji tiliya wî derneket. Bilî gustîl şelandin. Kincên wî girtin û em hatin.
Dema cilên wî jê kirin, tiştekî ji kaxet pê re derneket. Moreke zîv, sê parsû û dihatin badan, pê re, di berîka yêlekê çilpişkik de derket. Li ser her sê aliyên mor jî navê wî bi tîpên erebî nivisandî bû. Ji ber ku min erebî xwendibû, onbaşî got: ’Ka bixwîne!’ Min xwend. Li ser her sê milan jî, Şêx Evdilrehîmê Pehlewî dinivisandin. Me lêda em hatin gund, cendirme jî çûn qereqolê.
Dema em gihîştin malê, mêvan û bavê min rûniştî bûn. Bavê min pirsî:
‘’ Lawo Şêx Salih tiştekî pê re derneket?’’
‘’Belê bavo. Morekî ji berîka wî derket.’’
‘’Te xwend?’’
‘’Erê. Li ser Şêx Evdilrehîmê Pehlewî dinivisand.’’
Gava min wisa got. Bavê min kûûr û giriya. Ew zilam û mêvanên rûniştî man heyirî. Gelo çima Şêx Mehmedcan giriya? Lê kesî nepirsî. Bavê min têra xwe giriya. Tezbîh nedikişand. Bi destmala spî hêsirên xwe paqij dikirin. Piştî bîna wî piçek fireh bû, serê xwe bilind kir. Ji mêvanên rûniştî yekî pirsî:
‘’Xêr bû, Şêxê min?’’
Got:
‘’Lawo. Ew birayê Şêx Seid Efendî, Şêx Evdirehîm e.’’
Hîn civat rûniştî, bavê min qise dike, me dî her du cendirmeyên me para hatin, gotin:
‘’Wele bêlûg qumandarî gotiye tiliya wî jêkin, gustîlkê jê derxin, serê wî jî jêkin bînin!’’
Dîsa ez û Elîyê Xem ê bi xwe re girtin, em çûn şûna bedenê Şêx Evdilrehîm. Ji wan cendirmeyan yekî kêr da ser tiliya wî ku jê bike, gustîlê derxe. Çawa kêr gihîşt tiliyê, gustîl ji ber xwe ji tiliya Şêx tehisî xwarê. Min bi çavên xwe dît. Dema ew gustîl ji ber xwe tehisî û ket, cendirme para veciniqî, zende lê ket. Rengê wî guherî, bû fena şima. Em jî tirsiyan. Sawekê bi me hemiyan re çêbû. Lê dîsa jî gustîl girt, serê Şêx jêkir, kir tûrikê û em hatin. Em hatin gund, cendirme çûn. Piştî çuyina cendirmayan, bavê min gazî gundiyan kir. Kefen anîn. Ji gundiyan re got:
‘’Bêr û kulingên xwe jî bînin!’’
Bavê min li pêşî em hemî çûn ser cenazê. Ew riya ji gundê me diçe Sînanê, di wir de diçe. Cenaze ji wê rê qasê deh werîsî dûr bû. Bavê min got:
‘’Em jê re tirbê li qeraxê rê bikolin...’’
Me jî jê re li kêleka rê tirb kola. Dûre em çûn me cenaze anî û defin kir. Me tirb fena gor çêkir û bavê min telqîna wî xwend.’’
Di vê navberê de, hefteyekî an deh roj derbas bûn an nebûn, hinekan çûn giliya bavê min kirin, gotin:
‘’Şêx Mehmedcan cenazeya wî eşqiyayî, bi merasim li tenişta rê defin kiriye…’’
Me dî bi ser me de, mifrêzeyekî esker, bi tevî başçawîşekî siwarî hatin û bavê min girtin. Bi wî temenî, ew peyatî dan pêşiya hespan û berê xwe dan Bismilê. Em jî li pey.
Wê dem ê, qeymeqamê Bismil mirîdê bavê min bû. Pir ji bavê min hez dikir. Tevî eraq vedixwar jî, mirîdê bavê min bû. Carna dihat ba me, hê ji mala me dûr ji gundiyan re digot: ’Çika ji min re mesîn û sabûn bînin…’ Dest û devê xwe têr dişûşt, hîn dihat destê bavê min maçî dikir.
Bavê min jê dipirsî:
‘’Qeymeqam Beg, çima tu dest û devê xwe dişoyî?’’
Digot:
‘’Şêxê min, ez wî ziqûmê vedixwin. Ez naxwazim destê Şêxê xwe gemarî bikim.’’
Bavê min ji min re got:
‘’Şêx Salih, vegere here hesp bigire, di riyekê din de xwe bigihîjîne qeymeqam û jê re bibêje bavê min girtine, bila haya wî ji min hebe ne xwe dê min bikujin.’’
Siyaset, dema Xelk Partîsî ye... Ez pêşiya mifrêze gihîştim Bismilê. Min raste rast ajot xanê. Hespê xwe girê da û ez bi bazdanê çûm cem qeymaqam. Dema ez ketim hundirê miqamê qeymaqam, dît bi min re hêcan heye. Berya ez tiştekî bibêjim, wî pirsî:
‘’Xêr e, Şêx Salih?’’
Ez kûr û giriyam:
‘’Bavê min girtin...’’
‘’Çima?’’
Min jê re got, wele hal û hewal ewa.
Bi rastî, heke bi saya qeymeqam neba, bavê min nedifilitî.
Îcar em hemî ji wan şehîdên xwe re fatîhek bixwînin, Hezar rehmet li gora wan bin, di nava ronahiyê de bin. Xwedê me nexe tora neqenc û necisan.
Amîn.