Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
.: Yazarlar :.

Îngîlîzî, Tirkî û Kurdî

Mümtaz Er Türköne - 22/02/2012 - 00:02

 

Xeberênkurd com

 

Lêkolîna TEPAV ê nişan dide ku peywerdehiya Îngîlîzîyê herimiyê.Tirkiye, di warê aboriyê de weke mezinahî li cîhanê dikeve lîsteya 20. lê di warê peywerdehiya îngîlîzîyê de, di nav 44 welatan de dikeve rêza 43. Gava mirov vê lîstê ji aliyê vajî ve dixwîne hingê serkeftinek mezin derdikeve holê.

Haya me hemû ji vê rewşê heye. Di polen amadeyîyan de heya bisedan, heta bi hezaran saetên dersa îngîlîzî em didin zarokan. Em peywerdehiyê ewqas dirêj didin ku êdî xwendekar ji dibistan û derse dixeyidin; tevî vê zarok nikarên du sê peyvên hêsan ên îngîlîzî bipeyvin. Tû dibe qey ev karêk zor û zehmet e. Li gor we pergala peywerdehiya me vê karê çawa çêdike ?  

Heke dersên Îngîlîzî û polên amadeyi ji giştiyê ve ji holê were rakirin, ger peywerdehiya zimanê li gor her kesî bijarte bibe, rêjeya civanên ku zimanê biyanî dizanin, dibe ku zêdetir bibe.

Tû cudatiya peywerdehiya Tirkî jî tune. Dîksîyon xirab e. Divê rêzikên rêzîmanê di pola 3. a dibistana seretayî de hînê xwendekaran bikin; lê xwendekarên zanîngehê, hêj tu rêzîkên rêzîmanê nizanên, hêj li ba wan ev rêzikên zimanê rûneniştine, hêj axaftina wan,  nivîsa wan gelek xirabe, hêj nikarên xwe bidin nasandin.Kesê ku Tirkiya wî pêşve neçûbe, Îngîlîziya wî jî pêşve neçûye. Li zanîngeha peywerdehiya Îngîlîzî pêşveçû. Encex ji bo ku zimanê peywerdehiyê ne li asta ramanê yê, naveroka hîndekariyê jî wekî zarveyî beredayîye.

Îro ango 21ê sibatê, di dinyayê de weke “roja zimanê zikmakî” tê pîroz kirin.Divê di cih de Kurdî were bîra me. Pirsgireka Tirkiyê ya herî mezin pirsgireka Kurda ye, bi rastî ev pirsgirek pirsgireka ziman e. Ji bo ku ev pirsgirek were çareser kirin, divê zimanê Kurdî weke zimanê peywerdehiyê bê bikaranîn.Niha ji ber meqeqanûna nû, niqaşa herî mezin “zimanê fermî” ye, ji ber vê pirsgireka statûya Kurdiye. Kurdî –bi navê taybetî ve zimanê Kurmancî. Zimanê zikmakî yê beşeke mezin a nifûsê welat e. Ger ev zimanê zikmakî bibe zimanê peywerdehiyê, ger dewlet welatiyên xwe di zimanê wan de peywerde bike wê çi bibe ?

Bulent Arinç gotubû ku Kurdî ne “ zimanê şaristaniyê” ye.Biryarekê sûbjektîf e. Heke zimanekê di warê aboriyê de pêşve çûbe ango bûbe “zimanê aboriyê”, ev ziman ji aliyê gelek kesan vê çêtir tê girtin. Ma Îngîlîzî derfetên îstîhdama wê ango mirov ji bo ku dikare bê debarê xwe bike lewma çêtir naye girtin? Dibe ku em bikaribin berheva Tirkî û Kurdî bi tenê weke aborî, kîjan bêtir kêr tê, pîvan bikin. Ger dibistanên ku bi zimanê Kurdî peywerdehiyê bidin, bên vekirin an jî dest bi pergala peywerdehiya du zimanî bikin, êdî daxwaza Kurdî jî pîyase bi xwe wê bixwaze.

Ka em werin pêşeroja çanda zimanê Kurdî. Niha eşkereye ku ger bi zimanê Kurdî peywerde çêbe, aqûbeta Kurdî jî wê bibe wekî Îngîlîzî û Tirkî. Pergala ku nikare birêkûpek Îngîlîzî hîn bike,Tirkî rûreş dike, ka bêjin ev pergal çawa bi zimanê Kurdî peywerdehiyê wê bide. Encamek çawa wê derkeve holê ? Bersîva vê pirse di peywerdehiya Îngîlîzî û Tirkî de veşartiye.

Pergala peywerdehiyê, li ser ezmûnê hatiye ava kirin. Gelo wê pirsen çawa di ezmûnê de derkevên, bitenê li ser vê disekinên. Ji aliyê ezmûnê ve peywerdehiyê dinêrin. Netenê di ziman de, di hemû waran de wisa ye. Pirsa ”tiştên ku hûn hîn dikin kêr çi tê ?” di zana min de ev pirs ji ber deriyê lîjneya peywerdehiya biryarê neçûye hûndir. Armanca wan ew e ku bila xwendekar di cihên xwe de bisekinên. Ger peywerdehî wisa dewam bike, xwendekar her tim wê di cihê xwe de bisekinên. Heke mamosteyek di vê pergalê de hewl bide edebiyat û çandê Kurdî hînê zarokan bike, wê ji xwendekarê xwe jî bimîne.     

Pirsgireka peywerdehiya Îngîlîziyê, di pergala peywerdehiya me de seqetiyê nişan dide. Di pergala peywerdehiya me de  barên bîrdoziyê zehfên, li ser mile xwendekaran rezkariyên fermî dipejîrînin. Ji ber vê jî mamoste her dem di cihê xwe de dîmînin û nikarên pêşve herin. Di seranserê sala peywerdehiyê de 48 lib roj û heftiyên fermî hebûya. Divê her mamoste li ser xwe berpirsiyariya pîroziya van rojên fermî bigre. Ji sîrûda “Andimiz” heta pîroziyên fermî, mamoste ji xaynî peywerdehiyê bi her tiştî ve mijûl dibin.   

Divê bi zimanê Kurdî peywerdehî çêbe. Bi “zimanê peywerdehî” ve bila em qasta hemû faaliyetên peywerde û hîndekarîyê bikin û bila di wî zimanî de jî peywerdehî çêbe ,qana bila fersendekê bidin. Ev sepandin li çar aliyê dinyayê, di heman dibistanê de tê çêkirin. Li gor daxwaza gel, li çar aliyê Tirkiyeyê jî em dikarên derbasî peywerdehiya du zimanî bibin.Heke em wisa çêkin, em derbasî vê pergalê bibin; dibe ku em xeletiyên xwe ji nû ve bibînên. Ev pergal bo me wê bibe fersendekê; jixwe çawa be, bi kîjan zimanî ve peywerdehî çêbe bila çêbe em nikarên peywerdehiyê bidin zarokên xwe.   

Ez “roja zimanê zikmakî” ya her kesî pîroz dikim. Mirov dema ku ji dayik dibe, jêhatiya zimanê xwe digre destê xwe, hîn dibe û pêşve dibe û ev ziman wî dike mirov. Divê her kes giramiyê ji zimanê herkesi re bigre. Ev bihayên herî bingehinên,  divê bi vê vesîlê ve em vê ji bîr nekin.


113

 

YORUMLAR

YAZARIN DİĞER YAZILARI

8 22/02/2012 - 00:02

Îngîlîzî, Tirkî û Kurdî

 

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil