Piştî ku di çarçoveya lêpirsîna KCKê de 4 rêvebirên MÎTê û Musteşarê MÎTê Hakan Fidan ji bo Îfadeyê hatin gazî kirin, qrîzek derket holê, lê vê qrîzê hikûmet di cih de bi zagonêkê guherand. Niha wisa dixuye ku qrîz safî bûye.
Lê belê dema ku qrîzek evqas mezin biqewime, helbet paşhejin wê jî dê çêbin. Çimkî herkes zane ku koalîsyonek fireh heye, de ji vê qrîzê sûd wergire.
Serokwezîr Erdogan jî duh gotubû ku “em fersendê nadin Fitnê” bi vê yeke xwiya dike hikumetê jî xetereyê haydar e.
Bi rastî qrîza MÎTê deng û rengên veşartî derxist holê.
Hin kesan xwe avêt hewzê vale, hin kesan jî berzîlê xwe rijandin …
Di vê pêvajoyê de me dît ku li welêt her kes pîsporê MİTê ye.
Piştî ku Erdogan û Gul piştgiriyê dan Hakan Fîdan “her kes ketin tevgerê; heçko her kes di pêşbaziyê de ye. Pêşbaziya bi navê “ez ji te zêdetir dizanim” derket holê ku hêjayî dîtinê bû.
Bi rastî him kare Fidan him jî karê Erdogan di vê mijarê de qet ne hêsan e.
Henekên bombeya çênabin.
Di vê pêvajoyê de rastî û xeletiyên bingehîn jî di nav hev de tevlî hev bûn. Bi taybetî jî li ser awaya têkoşîna terorê analîzên ecêb çêdibin.
Li gor wana, Ewlekarî midaxele kere, MÎT jî gotûbêjere.
Dema ku dozger, musteşarê MÎTê gazî îfadê kir, li hemberî vê rewşê hin kesan got “ ev ne li gor nazîkiya dewletê ye”. Di vê mijarê de hin kes nazîkiya dewletê ji bîr kirin û gotin “ dozger û polîs siyasete li hikûmetê disepînin”, bi vê yekê tu nazîkatî ji dewletê re nehiştin.
Ya rastî ku burokrasiya ewlekariyê dîrektîfên hikûmetê tînin cih.
Niqtayek din jî ewe ku :têkoşîna li dijî terorê karekê cidîye.
Mixabin eniya siyasetê bê amade ket pêvajoya pêşvekirinê, lê rêxistin vê yekê pirr baş nirxand. Seranserî du salan hakîmiyeta xwe ya qadê her çû zêdetir kir, di heyama siyasetê de jî tiştên ku dibêje da pejirandin .
Heta wextekê nêzî li herêmê digotan “ em bi dewletê re li hev hatin, aliyên xwe kifş bikin.” Di hevdîtinên Oslo ya ku herî navdar e, PKK ê bajara bi bombeya tijî kir. Di nava welêt de ‘Qendîlok’ pêk anîn.
Em îro dikarin parvekirina welatê jî bi hev re niqaş bikin.
Di mijara têkoşîna terorê de li aliyê dewletê bitevahî tunene, lê rêxistin çi xistibe sere xwe de gav bi gav dixe rewacê.
Mesela, di nexşeriya ku bi raya giştî re nehat parve kirin de lê çawa ket destê rêxistinê yên ku li Ewropayê karên xwe dimeşînin. Di wê nexşereya navdar de 5 xal hebûn.
PKK, Qet dev ji wê lîstê berneda.
Ya yekem, wê Ocalan serbest bimîne, duyem hêzên çekdar yên li Qendîlê şuna polis û eskeran weke hêza xweparastin wê bên cih kirin, ya sêyem jî wê efuya giştî bê îlan kirin û mafê siyaset kirine bê dayîn.
ji lihevkirina Osloyê ku em jê hinek zanin, nişan hene.
Soza serbest berdana gumanbarên KCKê û ji Ocalan hepsa malê hatiye dayîn. Di qesed û belgeyên ku em nizanin de Xwedê zane ku çi hene. Lê ez dixwazim agahiyek bi we re parve bikim. Li gor vê agahiyê wan endamên MİTê gotine ku heke ev derkevin holê kare me wê biqede.
Wî deme xeletiya esil ev bû; li hemûyê dinyayê mîsalên tekoşîna teror heye. Yanî ne hewceye tiştek nû bê kirin. Heta ku ev rêxistin hêzdar be, nayê ser mase. Ji ber vê lazime çek bên danînde rêxsitin şert ne de pêş.
Wezîfedarên ewlekariyê ku ji bilî fermanên îradeya siyasî tu tişt din nakin , vê yeke pêk tînin. Yanî dixwazin ji siyaset û diyalogê re derdorê fireh bikin, qadê paqij bikin.
Em bi pirsek pir hêsan nivîsa xwe biqedînin
Êrîşa 20ê Îlonê bînin bîra xwe. Di wê teqînê de 5 kesan can dabûn, bi dehan kes birîndar bîbûn. Kiryar ew qas profesyonel bû kul i pey xwe tu nîşan nehişt. Lazime li ser profesyonelbûna bombevan bê sekindin.
Ew êrîş bi teqemebiyeka ku bi bizmar û vîdeyan hatibû çêkirin ve hatibû kirin. Di 5 rojên dawî de 235 kûlo teqemenî hat bidest xistin.
Heke wesaîta kut ê de 125 kûlo teqemenî hayî, ji aliyê polis ve nahatiba girtin, îro rewş wê cûdatir buya.
Çimkî ew bombe hinge 10 Kumrular bû. Ew bombeyên ku Afet Guneş gotû ‘em hemûyan zanin’ li ber çareseriyê astenga herî mezine
Xeberênkurd com