Biwêj hin gotinên ku di jiyana mirovan ya rojane de tên bikaranînin. Ji hinek aliyên xwe ve bişibin “gotinên pêşiyan” jî lê cudahiyên di nav bera wan de jî hene. Hin cudahiyên ku di navbera Gotinên Pêşiyan û Biwêjan de ne ev in:
a- Gotinên pêşiyan ya kêma kêm ji hevokekê pêk tê; lê biwêj ne wusa ne, bi gelemperî di nav hevokekê de tê bikaranîn. Wek mînak: “Azad di neqeba çav û birhan de wenda bû.” Wek di mînakê de jî tê dîtin biwêja ku armanca vegotina wê ji bo diyarkirina demeka gelek hindik e ketiye navbera peyvên “Azad” û “wendabû”nê de.
b- Gotinên pêşiyan ji kûratiya dîrokê tên û ne diyar e ka ji aliyê kê ve hatine gotin. Ji xwe dema gotinvanê wê diyar be, ango mirov zanibe kê ew gotiye, wê demê ji hukmê “gotinên pêşiyan” derdikeve, dibe “wecîze.” Bes ev ji biwêjan re ne lê ye. Lewra di dema me de jî hin biwêjên nû derketine û diyar e ku ew biwêjana ji aliyê kê ve hatine gotin. Mînaka biwêja ku di dema me de li Cizîrê derketî:
“Ji laliya ewil ve…”
Piştî vê danasînê ez dixwazim hinek biwêjên ku li herêma Botan, nemaze li navenda Cizîrê tên bikaranîn li vir deynim:
1- Av di neqeba wan de naçe.
Ji bo kesên ku neqeba wan gelek xweş e tê gotin.
2- Avê daye kuna rovî.
Ji bo wî kesê ku zerareke mezin ya wî çêbûye û ketiye delaveke teng de û tengezariya wî di rûyê wî de xuya dikede tê gotin.
3- Avê lê venaxwe.
Yanê kengê derfet jê re çêbibe wê hema wê biryara xwe bi cih bêne û înfaz bike.
4- Avika rûyê wî teqiyane.
Ji bo wî kesê bêar bûye tê gotin; ew qas ku êdî nizane ka fihêtî çi ye.
5- Ban û bangerek in.
Ji bo wan herdu kesên ku li hev xweş û in de tê gotin.
6- Bayê tu anî, bagerê tu anî? (1)
Dema dostekî mirovî yan jî xizmekî wî yê ku demeke dirêj nedîtibe were
cem wî wê demê ev biwêj tê bi kar anîn.
5- Bayê xirê de/Di bayê xirê da.
Yanê di demeke gelek kurt de.
6- Be’de xerabûl Besra
Ev biwêj ji zimanê Erebî hatiye ketiye nav çanda me de. Yanê piştî karesateke mezin….
7- Beng benga wî/wê ye.
Ji bo xort û qîzên ciwan ên gehîştine dema xwe ya herî bedew tê gotin.
8- Berka feqîran qetiya.
Yanê demsala zivistanê ji bo xizanan tengiyeke mezin e.
9- Ber mirinê re kir da ber tayê re here.
Ew kesê zerareke biçûk qebûl nake çaxê zerareke ji wê mezintir dibîne wê demê wê zerara biçûk qebûl dike.
10- Beqê req hilgirt.
Dema mirov yekî, yan jî tiştekî ji xwe mezintir, yan jî girantir dane ser milê xwe û wî/wê hilgire ev biwêj tê bi kar anîn.
11- Bere qajikê xwe jî dicû/Dikare bere qajikê xwe jî bicû.
Yanê ev tişta ku behsa bicîanîna wê tê kirin jê re gelek hêsan tê.
12- Beriya ji qalikê xwe der e.
Ji bo wan kesên ku eslê xwe winda dikin de tê gotin.
13- Bê me’ne.
Dema yek di axftina xwe de gotineke welê bi kar bêne ku ji wê gotinê maneyeke din jê derbikeve, wê demê ev biwêj tê gotin.
14- Bêjinga bêxweyî ye.
Ji bo kes yan jî tişta ku tim digere û nayê zanîn ka li ku derê ye tê gotin
15- Bênder li erdê ye.
Ji bo wî malê li erdê hatiye danîn, hêj nehatiye rakirin û parvekirin tê gotin.
16- Bê nan û xwê.
Ji bo wan kesên ku qenciyê nizanin û qenciya ku berî wê hingê lê hatiye kirin nabînin yan jî ji bîrkirine de gotin.
17- Bê ser û çav.
Ji bo wî kesê ku ji qenciyê fêm nake, muqabeleya qenciyê nade û qenciyê zû ji bîr dike tê gotin.
18- Bê ser û çav.
Ji bo wî kesê ku ji qenciyê fêm nake, muqabeleya qenciyê nade û qenciyê zû ji bîr dike tê gotin.
19- Bibe baran erdê şil nake.
Ev biwêj dikare bi du texlîtan were ravekirin. Yek : Ji bo wî mirovî ku ew qas derfetên/îmkanên wî jî hene lê cardîn qenciyê nake. Dudo: Ji bo wî mirovê ku ne ew mêrê ku karibe xirabiyê bike tê gotin.
20- Bibe fitîl û di kepiyê wî de derbikeve.
Ev cureke nifrîn e. Yanê bila cezaya kirina xwe bikişêne.
(*) Di hemberî ya tirkî ya “Hangi rüzgar attı seni” Ye.